Mala Jin li ser parastina jin û civakê komxebatek li dar xist
Mala Jin a Kantona Hesekê bi komxebatek diyalogî ya bi navê “Parastina Jin û Civakê” hemleya xwe ya di 25’ê Gulanê de dabû destpêkirin bi dawî kir.

Hesekê – Di bi dirûşma “Parastina Jin û Civakê” Malên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara û Meclisa Edalatê, di 25’ê Gulanê de bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê û çareserkirina pirsgirêk û dozên jinan dest bi hemleyek kirin. Hemleyê bi rêzeçalakiyê weke semîner, civîn, komxebat, perwerde, daxuyanî û civînên berfireh li Heleb, Qamişlo, Kobanê û Hesekê dest pê kir. Îro Mala Jin a Kantona Hesekê li Hola Merbêla ya Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê bi komxebateke diyalogî bi sernavê “Parastina Jin û Civakê” hemleya xwe bi dawî kir.
Mala jin a kantona Hesekê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê 12 malên jinan ava kir. Ji sala 2019’an ve heya 2025’an nêzî 9 hezar 843 dozan birin Mala Jin a kantona Hesekê jê 7 hezar 510 doz hatin çareserkirin.
Di komxebatê de 85 delege ji rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hêzen ewlekariya hundirîn a jin û endamên mala jin amade bûn. Komxebat bi sernavên “bandora neyînî ya înternêtê, dozên ku mala jin li ser kar dike”, “qetilkirina jinan” û “sîstema edaletê” hat lidarxistin.
‘Malên Jin bi ked û têkoşîna jinan hatin vekirin’
Mijara yekemîn a bi sernavê “bandora neyînî ya înternetê dozên ku Mala Jin li ser kar dike” ji aliyê rêvebera Mala Jin a Kantona Hesekê Lemya Mihemed ve hat birêvebirin. Lemya got: “Avakrina Malên Jin ne bi hêsanî bû. Di nava civakek girtî, sîstemek desthilatdar û hişk jinan ev gav avêt û malên jin bi destpêkirina Şoreşa Rojava pêk anîn. Di destpêkê de zagonên ku hatin çêkirin bi navê zagona jin bû lê piştî ku sal derbas bûn û guhertina hişmendiya civakê êdî her kes ji civakê mala jin wekî mala xwedîderketin û misogerkirina mafan hat dîtin lewma pêwistî hat dîtin ku em navê zaonên jin bikin zagona malbatê. Armanca Mala Jin avakirina malbatek saxlem, exlaq û polîtîk e. Bi vê armancê em ê bikaribin civakeke azad û demokratîk dûrî pirsgirêkan ava bikin. Kombûna me îro ji bo em bibin hêz li hemberî pirsgirêkên heyî û bibin hêza çareseriyê ye.”
‘Perwerde û zanebûn çareserî ye’
Beşdaran li ser mijarê nîqaş kirin û tekez kirin ku guhertina hişmendiya civakê, jin û mêr girîng e û hişmendiya ku jinan weke namûsa mêr dibîne û ji bo wê tê qetilkirin divê biguhere. Beşdaran bal kişandin ser bikaranîna şaş a înternetê û bandora wê ya neyînî li ser jinan ku bi riya wê şerekî taybet li ser bedena jinan û perçekirina civakê tê kirin û diyar kirin ku perwerdekirina civakê çareseriya bingehîn a pirsgirêkan e.
‘Qetilkirina jinan pirsgirêka hişmendiyê ye’
Mijara duyemîn a bi sernavê “Qetilkirina Jin” ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara ya kantona Hesekê Fereh Mihemed ve hat birêvebirin û wiha anî ziman: “Rêxistina Sara rêxistineke civakî û mirovî ye. Li dijî tundiya li ser jinan kar û xebat dide meşandin. Dozên girêdayî jinan çareserkirina wan bi riya tensîq bi mala Jin, Dadgeh Kongra Star û desteya jin tê kirin. Qetilkirina jinan diyardeyeke cîhanî ye, bi hincetên cur be cur jin di nava civakê de tên qetilkirin. Civaka ku jin tê de tên qetilkirin civakek di aliyê hişmendiyê de lawaz e û kolekirî ye, pêwist e jin li tevahî cîhanê ji bo rê li ber vê diyardeyê bigrin yekîtî û hevgirtina xwe ava bikin û rê li ber qetilkirin û hemû cureyên tundiyê bigrin. Her wiha hat gotin ku di nava 5 salan de serjmarî 21 hatine qetilkirin û 23 jinan xwe kuştine.”
‘Zanebûn çeka jinan e’
Mijara sêyemîn a bi sernavê “Sîstema Edaletê” ji aliyê hevseroka Dadgeha Hesekê Şêrîn Xanim hat birêvebirin û wiha anî ziman: “Sîstema edaletê sîstemek xwe dispêra zagonê malbatê. Aramanca wê avakirina edalet, aramiya civakî û wekheviya di nava civakê de ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku di aliyê, zanebûn û perwerdeyê de xwe kûr bikin da ku em bikaribin civakek adil û wekhev li ser esasê parastina exlaq û çandê ava bikin.
Beşdaran bal kişandin ser girîngiya xwendina zanista Jineolojî her wiha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bang li jinan kirin ku di nava civakê de kombûn û xwendina pirtûkan esas bigrin ji ber ku çeka jinan zanebûn e.
Komxebat bi van pêşniyaran bi dawî bû:
*Divê ji aliyê Rêxistina Sara ve ji bo fêrkirin û perwerdeyê ku semîner ji şagirdan re were dayîn li ser bikaranîna şaş a înternetê û bandora wê ya neyînî li ser civakê.
*Divê li Komînan perwerde were dayîn.
*Divê dewreya perwerdeyê ji mêran re were vekirin û zagonên malbatê werin dayîn.
*Tensîq bi Hêzên Hwlekariya Hundirîn û desteya jin re were kirin ji bo vekirina navendan ji kesên ku civak wan qebûl nake.
*Divê navendên dermankirinê kesên madeyên hişbir bikar tînin, werin vekirin.
*Aktîfkirina komîteya jin di hundirê komînan de.
*Divê Zagonên Malbatê di materyalên akademiyan û dibistanan de were dayîn.