Li Şamê jinek hate qetilkirin

Li taxa Beramkê ya Şamê jina bi navê Mehasin Mehmûd El Sewaf di mala xwe de hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li taxa Beramkê ya Şamê ku di bin destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye komek diz di nava rojê de ketin malek û bi amûra birînê jina bi navê Mehasin Mehmûd El Sewaf qetilkirin.

Li gorî cîranê Mehasin, sûcdaran bi armanca diziyê ew sûc kirin, revîn û li pey xwe tirs û xofek di nava şêniyên taxê de hiştin. Şêniyan metirsiyên xwe li hember dubarebûna sûcên bi vî rengî yên di dema borî de zêde bûne, anîn ziman.

Heta niha sûcdar nehatine girtin, wê jî metirsiya der barê lawazbûna tedbîrên ewlehî û belavbûna sûcan zêde kir.

Qetilkirina Mehasin Mehmûd El Ewaf, dosyaya ewlehiyê ya li Şamê derdixe pêş û aliyên berpirs datîne hemberî zehmetiyên mezin ên kontrolkirina rewşê û pêşîlêgirtina zêdebûna rewşên tund û qetilkirinê. Doza qetilkirina Mehasin El Sewaf ji bo rewşa ewlehî nîşaneyeke xeternak e û pêdiviya sûcên wiha bi çareserkirina cidî û tedbîrên giran hene.