Îsraîlê li Xezayê operasyoneke bejayî da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê ku Xezayê kontrol dike, ragihand ku wan dest bi operasyoneke bejayî kiriye ji bo girtina bajarê Xezayê.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê ji sedî 75ê Şerîda Xezayê kontrol dike.

Di hefteya dawî de 70 hezar kes neçar man ku ji bakur ber bi başûr ve koç bikin, lê artêşa Îsraîlê ji bo dagirkirina bajarê Xezayê operasyoneke bejayî da destpêkirin.

Di daxuyaniyekê de ku di 3’ê Îlonê de hat weşandin, artêşa Îsraîlê îdia kir ku "li Xezeyê birçîbûn tune." Lêbelê, di bombebaranên heman rojê de, li gorî Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê, 62 kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin. Ji destpêka şer ve, çavkaniyên Filistînî texmîn dikin ku herî kêm 63 hezar û 746 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.