Halîde Turkoglu: Şoreşa bi pêşengiya jinan çêbûye ne gef e

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got ku şoreşa Rojava modela aştî û wekheviya ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin, ji bo Tirkiyeyê ne gef e.

Enqere – Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû tekildarî rojeva jinan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. 

Halîde Turkoglû, bi boneya 32’yemîn qetilkirina parlementerê Mêrdînê yê Partiya Demokratîk (DEP)ê Mehmet Sîncar bi bîr anî û got: “Kuştina Sîncar, êrişeke li dijî daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê bû. Faîlên rast qet nehatin darizandin. Dîroka nêz a welêt, dîroka kuştinên nediyar û parastina hêzên tarî ye.”  

Bi domdarî Halîde Turkoglû bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga Ocalan banga aştiyê ye. Ev bang, ji bo hevrûbûna dîrokê û dayîna hêviyê ji Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Aştiyê û hemû kesan bû. Em jin ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina aştiyeke birûmet dixebitin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rûbirûbûna heqîqetan re pêkan e.”

‘Em ê parastina şoreşa Rojava bidomînin’

Halîde Turkoglû da zanîn ku şoreşa Rojava modela aştî û wekhevî ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji bo Tirkiyeyê ne gefe û wiha got: “Komîsyona li Meclîsê divê Dayîkên Aştî û Şemiyê bibihîze û gavên pêwîst zû bavêje. Aştî ne tenê ya di navbera mêran de ye; ev banga aştiyê ya bi hemû Kurdan, jinan û jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Divê êrişên li ser maf û destkeftiyên Kurdan rawestin, zimanê dayîkê bê parastin, siyaseta qeyûman bi dawî bibe û demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Şoreşa Rojava gef nîne. Şerên li Rojhilata Navîn jiyana jinan tarî dikin. Êrîşên li ser jinên Efxan, Îranî, Filistînî, Suweyda û Laziqiyê nayên qebûlkirin. Em Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan diparêzin. Ev şoreş ji bo Tirkiyeyê ne gef e; gefa rastî çeteyên ku jinên Elewî û Dûrzî dikujin in. Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin.”

Qetlîamên jinan

Halîde Turkoglû, diyar kir ku li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 23 jin hatine qetilkirin û 44 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Di bingeha van kuştinan de polîtîkayên piştgiriya desthilatiya mêr dike, hene. 36 milyon çekên bêrûxset hatinê tespîtkirin. 36 milyon çekên bêrûxst jiyana jinan dixin metirsiyê. Siyasetên ku çekan belav dikin û çetebûnê teşwîq dikin, jinan dikin armanc. Doza edaletê ya Rabîa Naz 7 sal in bêbersiv e. Em ê destûr nedin ku dosyeyên jinên kuştî bên girtin.”

Xutbeya serokê Diyanetê

Halîde Turkoglû bertek nîşanî fetwayên Serokatiya Karên Diyanetê ya ku jinan hedef digire da û axaftina xwe wiha qedand: “Diyanet jinan hedef digire. Diyanet bi xutbeyên xwe ve dijminatiya jinan gur dike û mafên jinan binpê dike. Ev sazî, baweriyê, ji bo hedefnîşandana jinan bikar tîne. Mafên jinan ne mijara xutbeyan e. Armanca wan ew e ku jinan bêdeng bikin û di malê de bigirin. Em ê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin. Mafên tenduristiyê yên jinan tên astengkirin. Li Nexweşxaneya Meramê, bijîşkekê ji ber cilên keçekê wê muayene nekir. Ev yek, nîşaneya rizîbûna polîtîkayên tenduristiyê ye. Em ê vê yekê bişopînin. Em ê teşhîr bikin. Ji bo çareseriyên mayînde, divê ÎLO 190 bê îmzekirin û li dijî tundiyê têkoşîn bê mezinkirin. Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin. Jin, ji bo aştiyeke birûmet, li dijî xizanî, bêkarî û polîtîkayên zayendperest têdikoşin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin û aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin.”