Aktîvîsta Mafên Mirovan a Efgan li Pakistanê hate girtin
Aktîvîsta Mafên Mirovan Fatma Bextiyarî, li ser hesabê ya medyaya dîjîtal ragihand ku ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatiye girtin û sewqî kampa penaberan hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtin û dersînorkirina koçberên Efganistanê didome. Aktîvîsta Mafên Mirovan a Efgan Fatma Bextiyarî ya li Pakistanê dijî, li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal X’ê bi vîdeoyekî ragihand ku ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatiye girtin û ji bo dersînorkirinê sewqî kampa penaberan hatiye kirin.
Fatma Bextiyarî, di vîdyoyê de bi awayekî fikar û girî daxwaza alîkariyê dike û tirsa xwe ya veguhastina Efganistanê ya di bin serweriya Talîbanê de tîne ziman. Fatma Bextiyarî ya diyar kir di demên dawî de jiyana xwe bi awayekî veşartî didomîne, da zanîn ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatiye girtin.
Li Pakistanê di nava mehên dawî de, girtin û dersînorkirina aktîvîstên mafên mirovan, parêzvanên mafên jinan û leşkerên berê yên Efganî zêdetir kiriye.
Dersînorkirina penaberên Efganî ya ji Pakistanê, ji aliyê aktîvîstên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ên li dijî binpêkirinên mafên mirovan têdikoşîn ve rastî bertekên mezin hat. Aktîvîst û rêxistinan, daxwaza bidawîanîna dersînorkirina penaberên Efganî ya ji Pakistanê dikin.