Li Sûdanê baran û lehî: 64 kes jiyana xwe ji dest dan
Rayedarên Sûdanê, ragihandin ku di rojên dawî de baran û lehiyên dijwar ên bandorê li heft eyaletên Sûdanê kirin û di encamê de 64 kes jiyana xwe ji dest san û bi hezaran avahi jî hilweşiyan.

Navenda Nûçeyan – Gelek herêmên Sûdanê di navbera mehên Hezîran û Îlonê de şahîdî baranên mosonê dikin. Ev pêvajo, mîna yek ji demsalên herî girîng ên avhewayê yên welat tê hesibandin, lê di heman demê de encamên neyînî jî bixwe re tîne.
Rayedarên Sûdanê, ragihandin ku ji ber baran û lehiyên dijwar 64 kes jiyana xwe ji dest san û bi hezaran avahi jî hilweşiyan.
Li gorî Desteya Parastina Sivîl û Rêveberiya Qeyranên Sûdanê, tenê li Eyaleta Nîlê ya li bakurê welat 31 kes jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn. Kesên din jî li eyaletên din ji ber bandorê baran û lehiyên giran jiyana xwe ji dest dan.
Baran û lehiyan, bûn sedema hilweşiya temamî ya zêdetirî 2 hezar avahiyan û zêdetirî 6 hezar avahî jî bi qismî zirar dîtin. Di heman demê nêzî 9 hezar donim erdên çandiniyê jî zirar dîtin.
Rayedarên Sûdanê, hişyarî li gel kir ku li herêmên çem û kanalên yên li derdora li Nîlê, li dijî xeteriyên lehiyên lehiyê hişyar bin û bi taybetî li deverên av lê diherike ji bo mîsogerkirina jiyan û milkê xwe tedbîrên ewlehiyê bigirin.