Li Xezaya di bin êrişan de ye gelek kes jiyana xwe ji dest dan

Hat zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser xalên cuda yên Xezayê de rojnamevanek jî di nav de hejmarek zêde kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Filistîn WEFA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê li gelek xalên beşa navend û bakurê Xezayê êriş pêk aniye.

Hat zanîn ku di êrişa li dijî malek li kampa koçberan a Cibaliya de rojnamevan Baha Ukaşe û hevjîna xwe jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ofîsa medyayê ya hikumeta li Xezayê di 6’ê Gulanê de, ragihandibû ku ji 7’ê Cotmehê heta niha hejmara rojnamevanên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bûye 142.

Hat diyarkirin ku di êrişa li ser malbata Siyam li herêma bajarê barê yê nevanda bajarê Xezayê de hejmarek zêde kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Di êrişa li ser 2 malên li taxa Ez-Zeytun û Ez-Sabra ya girêdayî bajarê Xezayê hejmarek zêde kesan jiyana xwe ji dest dane. Tîmên tendirustiyê ragihand ku li mala li taxa Sabra hatî hedefgirtin de xwegihandine cenazeyê 3 kesan, parastina sivîl , tîmên tendirustiyê di xwegihandina taxa Zeytun ku artêşa Îsraîlê dagir kir zehmetiyan dikşîne. Careke din di hedefa êrişa beşa navenda Zîvala Xezayê de bajarokê Ez-Zevayidî û kampa koçberan a En-Nuseyrat hebû. Di êrişên li van deran de hejmarek zêde kesan jiyana xwe ji dest dan.