Parlamenterên DEM Partiyê heta Wezareta Dadê meşiyan

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo şermezarkirina biryarên li ser Doza Kobanê heta Wezareta Dadê meşiyan û bang li muxalefetê û hemû pêkhateyên civakî kirin ku li dijî bêedaletiyê di zemînek hevbeş de têbikoşin.

Navenda Nûçeyan- Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenterên DEM Partiyê bi armanca nerazîbûnê nîşanî biryarên li ser Doza Kobanê ku hat dayîn, bidin heta Wezareta Dadê meş li dar xistin. Parlamenteran di meşê de dowîzên “Kobanê rûmeta me ye” û “Doza Kobanê doza kumpasa siyasî ye” û wêneyên siyasetmedarên hatin cezakirin hildan.

Serokwekîla Komê DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya meşê di daxuyaniyê de axivî û got ku tifaqa AKP û MHP’ê dixwazin li ser dozê siyasetê dîzayn bikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku ji roja hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ve ku AKP ji desthilatdariyê ket ve heta niha ew bi rejîmek zilmê re rû bi rû ne û wiha got: “Ev rejîma awarte li dijî siyaseta demokratîk didome û dixwazin desthilatdariya xwe saxlem bihêlin.”

‘Di planê de tasfiyekirina HDP’ê hebû’

 Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ji 7’ê Hezîranê ve li dijî HDP’ê û Kurdan tifaqa neyartiyê hatiye avakirin û got: “Bi plana têkbirinê xwestin HDP’ê krîmînalîze bikin û tasfiye bikin. Vaye yek ji parçeyê vê planê Doza Kumpasê ya Kobanê ye. Ev 6 sal in dozek ku bingeha wê hiqûqî nîn e, hat meşandin lê tişta ku xwestin bi dest nexistin û Doza Kobanê têk çû.”

‘Paradîgmaya nû ya HDP’ê ya jiyanê di meriyetê de ye’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku roja ku biryara Doza Kobanê hat dayîn darbekar-generalên 28’ê Sibatê hatin berdan û got: “Em vê biryarê gelek manîdar dibînin. Bi vê tehliyekirina darbekaran peyamê didin Kurdan û dostên wan. Ev rejîmek vesayetê ye. Bi destên darazê dîzayn dikin. Dethilatdariya AKP’ê bi riya darazê dixwaze xwe li ser lingan bigre.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku tevî hemû operasyon, binçavkirin, girtin, cezakirin û êrişên li ser HDP’ê jî îro dîsa paradîgmaya wê ya jiyana nû di meriyetê de ye û îro jî paradîgmaya jiyana nû bi DEM Partiyê tê hûnandin. Gulistan Kiliç Koçyîgît li dijî şantaj, kumpas û polîtîkayê çewisandinê yên destilatdariyê banga têkoşîna hevpar li hemû aliyan kir.

 Parlamenter ber bi avahiya Wezareta Dadê ve meşiyan

Piştî daxuyaniyê parlamenter heta avahiya Wezareta Dadê meşiyan û li vir daxuyanî dan.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li vir axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha got: “Ji ber ku edalet tune ye her kes di lêgerîna edaletê de ye. Sedema hemû bêedaletiyên îqtîdar e rejîma tecrîdê ye ku li ser her kesê tê ferzkirin. Pergala tecrîdê bandorê li ser hemû welat dike. Li welat edalet tune tê hesibandin û vê bêedaletiyê dixwazin bi pergala tecrîdê berdewam bikin. Ev komploger ango îqtîdar dixwaze meseleya Kurd bi riyên demokratîk neyê çareserkirin û lewma bi sedan sal ceza li hevalên me birî. Lewma jî divê em li dijî tecrîdê rabin. Werin em bi hev re li dijî şer derkevin. Divê ku muxalefet û hemû pêkhateyên civakê li dijî tecrîd, bêdaletî û şer rabin û em bi hev re têkoşîna hevbeş bidin meşandin.”