Xwendekarên Kobanê: Biryara Doza Kobanê parçeyek ji polîtîkayên tunekirinê ye

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê diyar kir ku biryarên Doza Kobanê parçeyek ji polîtîkayên tunekirinê ne.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî biryarên Doza kûmpasê ya Kobanê zêde dibin. Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da û diyar kir ku biryarên Doza Kobanê, siyasî û derqanûnî ne.

Daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ji aliyê Rodîn El Osoyî ve hat xwendin.

 Daxuyanî wiha ye:

“Dadgeha dewleta Tirk a dagirker di Doza Kobanê de cezayên giran li Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên din ên HDP’ê birî. Biryarên dadgeha dewleta Tirk, biryarên siyasî û derqanûnî ne. Gelê Kurd di sala 2014'an de bi Serhildana Kobanê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kobanê û nerazîbûnên xwe yên li hemberî hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê nîşan daye.

‘Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike’

Berxwedana Kobanê ku bi şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, planên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd pûç kir. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike. Ew biryarên ku hatine dayîn jî parçeyek ji polîtîkayên tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker in. Em weke Yekitiya Xwendekarên Welatparêz û bi taybetî jî weke xwendekarên beşa hiqûqê wan biryarên dadgeha dewleta Tirk ên derqanûnî şermezar dikin. Ew biryarên ku hatine dayîn, biryarên siyasî ne û ji derveyî pîvanên qanûnî ne.

Çawa ku bi Serhildana Kobanê siyasetmedarên HDP’ê û gelê Bakur piştgiriya Kobanê kirin, em jî îro piştgiriya gelê Bakur dikin. Em hemû girtiyên siyasî û bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin û diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzma dewleta Tirk bilind bikin."