126 nûçeyên rojnamevanan ‘suc’ hatine hesibandin!

Di îdianameya der barê rojnamevan Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayûmat de hat amadekirin de 126 nûçeyên der barê tecrîdê de "sûc" hatin hesibandin.

Navenda Nûçeyan – Îdianameya der barê nûçegihanên Ajansa MEzopotamyayaê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnamevan Erdogan Alayûmat de ku di 26'ê Nîsanê de li Stenbolê hatibûn girtin, hat amadekirin. Îdianame, di 8'ê Gulanê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 25'an a Stenbolê ve hat qebûlkirin. 

Di îdianameyê de hat xwestin ku bi "endamtiya rêxistinê" ceza li rojnamevanan bê birin. Di îdianameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê û hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re wekî sûc hatine hesibandin.

Her wiha di îdianameyê de 126 nûçeyên der barê tecrîdê de "sûc" hatin hesibandin.