Ji Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya deklarasyona hevpar a hilbijartinê

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma ‘Bi vîna Jin Jiyan Azadî ber bi şaredariyên demokratîk ve’ deklarasyona xwe ya hevpar a hilbijartinên şaredariyan a 11’ê Hezîranê aşkere kir.

Hesekê – Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên hilbijartinên şaredariyan a wê di 11’Ê Hezîranê de pêk were berdewam dike. Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşima ‘Bi vîna Jin Jiyan Azadî ber bi şaredariyên demokratîk ve’ deklarasyona xwe ya hevpar ji bo hilbijartinên şaredariyê ya 11’ê Hezîranê aşkere kir. Deklarasyon li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê hat dayîn.  

Beriya dayîna deklarasyonê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif axivî. Foza Yûsif bal kişand li ser rol û misyona jinan a di avakirina şaredariyên demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiya jinê de û got: “Em vê roja piroz li tevahi jinên Sûriyeyê piroz dikin ku rûxmê zextek mezin ve tekoşine birêve dibin û gihandin vê qonaxe. Ji bo ku Rêveberiya Xweser bi îradeya jinan bi rengeki xurt bidin pêş em li vir in. Cara yekem e ku jin bi iradeya xwe nemzetên xwe hildibijêrin. Jin rûxmê tevi hemû êş, çewisandinan serî hildidin û ji bo şaredariyan ji feraseta baviksalarî rizgar bikin têdikoşin.”

Deklarasyona ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin.

Deklarasyon wiha ye:

“Me bi hemû cewazî, îrade, reng, fikir, soz û çalakiyên xwe ve nemzatên hilbijartinên rêveberiyên xwecihîne diyar kir. Yekîtî, wekhevî û azadiya gelan, ji bo jin û zarokan jiyaneke azad e, ji bo parastina xwezayê em ê di înşaya Netewa Demokratîk a ku parastina jiyana ekolojîk dibînin berdewam bikin.

Em wekî gelên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî; me li dijî hemû êrîşên li ser nirxên madî û manewî yên ku nirxên çandî û dîrokî yên herêmên me dike hedef, ji aliyên hemû hêzên desthilatdar, faşîst û dagirker ve têdikoşin û me dikarî em bi ser bixin, bingeha welatekî azad û demokratîk avêt. Gavên mezin ji bo azadiyê û demokrasiyê di vê tekoşînê de me bi hezaran jin, xort û zarok şehîd dan, li ser vî bingehî em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin, em soz didin ku em ê xeyalên wan ê welat û civaka azad pêk bînin.

Bi tekoşîna jinan rihê berxwedanê vejiya’

Em wekî jinên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi salên dem dirêj ji bo welatekî azad û civakeke demokratîk ava bikin, ji milekî ve me tekoşîn li dijî hêzên dagirker û faşîst da meşandin, ji milê din ve li dijî hişmendiya kevneperest, feodal, desthilatdar, olperest û zayendperest têkoşîn da. Tekoşîna ku jinan dida meşandin ji rastiya nirxên jinên azad û çanda wê ya li ser vê xaka dîrokî û ji bîranîna gelên herêmê yên ku bi hezaran salin li vê herêm dijîn, di qonaxa ku em tê de derbas dibin ku bi her awayî hewl didin dîrok û zimanê me ji holê rakin û înkar bikin, me bi tekoşîna xwe karîbû ruhê berxwedanê ji nû ve vejînin.

‘Bi rêxistinbûyîna jinan çaranûsa jiyana kole hate guhertin’

Bi bîr, bawerî, bîryardarî û coş em ê her roj têkoşîna xwe mezintir bikin. Me xwe mezin kir, rêxistin kir, hêza jin û îradeya wê derxist holê. Me dît ku di bin desthilatdariyê de jiyan kirinbûna cins û çîna duyem, di sîstema zilam avakirî de bûna xizmetkar û kole, tenê wekî metayekî zayîndî hatine dîtin, anîna zarokan, karê malê kirin, tundî dîtin, biçûk hatina xistin û hatine qetilkirin ne qeder e. Ev hemû jiyana kapîtalîst a bi hişmendiya zilam ve hatî avakirin, ji bo jinê rewa dibîne. Me, li dijî jiyana koletiyê ya li ser me ferz dike, bi fikir, gotin û çalakiya xwe, wekî rêxistinên jin Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya şênber kir.

‘Ji bo jiyanek azad em ê tekoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin’

Wekî Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya hewil da ku înşaya jiyana demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jin di her qadê de gotina jin, rengê wê û îradeya wê derxînin holê. Ji siyasetê heta diplomasiyê, ji parastina cewherî heta aboriyê, ji komînan heta meclisan,  rêveberên heremî, ji tenduristî heta perwerdeyê û di her qadên jiyanê de me îradeya jin rêxistin kir ku bibe xwedî biryar. Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê têkoşîn û rêxistina xwe mezin bikin.

Em îro di qonaxeke pir hestiyar de dijîn ku hişmendiya baviksalarî, olperest, zayîndparest û netewperest hên jî hewl dide bi her awayî xwe li ser îradeya me ferz bike, kirîzên xizanî û koçberiyê derdixe, bûyerên kuştin û êşê belav dike, civakan bêpar dike, qetil dike û neçarî fûhûşê dike. Ev hişmendiya heyî, ji bo me  hem di milê fîzîkî, hem jî di milê hestiyarî de bê perwerde, nexweş, nezan, ji nirxên exlaqî û wîjdanî bê par bihêle her rêbazê polîtîkayê dike dewrê. Me şoreş kiriye di nava şoreşê de ger em ji bo vê şoreşê bikin şoreşeke civakî û mayînde nexebitin, wê demê em ê bi zihniyeta zilam re rû bi rû bimînin ku bi her awayî dixwazin rê li ber vîna me bigrin.

‘Li dijî hişmendiya baviksalarî tekoşînek dîrokî tê meşandin’

Li ser vê bingehê pêngava rêxstinên jinan Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya weke gaveke gelekî giring û dîrokî tê dîtin. Wekî ku tê zanîn tekoşîna jinan ji dîrokê heya roja îro bê navber li hember hişmendiya zayendperest, olperest, zanistperest tekoşîneke dîrokî ye. Bi pêşengtiya jinan li ser mîrasê azadiya tekoşîna jinan û bi armanca avakirina civakeke demokratîk  ekolojîk û azadiya jin di şoreşa jin de, her wiha piştî erêkirna  hevpeymana civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û li gorî biryara sêyem a di madeya 109 an de sîstema şaredariyan veguherî sîstemeke demokratîk.

‘Bi nasname û îradeya jin gavek dîrokî tê avêtin’

Piştî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku wê di 11 Hezîrana 2024’an de hilbijartinên şaredariyan çêkin, weke rêxistinên jin me xwe amade kir ku em bi nasnama xwe tevlî hilbijartinên pêşwext bibin. Ji ber ku cara yekê hilbijartinên jinan li herêma rojava Bakur û Rojhilatê Sûrî tên çêkirin, taybet ji aliyê rêxistinên jinan mîna Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya em dikarin bibêjin ku heyecaneke mezin li gel jinan hatiye çêkirin û bandor li ser tevahî beşên civakê kiriye her wiha ji ber ku şoreşa jin her tim ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û wekhev di nava liv û tevgerê de ye ev ji jinan re bû weke rêbazekî nû. Her wiha em dikarin wiha pênase bikin ku ev cara yekê ye di dîroka jin de  nimûne ku jin ji aliyê jinan ve têne hilbijartin û bi dengê jinan dibe bernamezet ango hevseroka jin, ev yek hate nirxandin ku çawa jin bi nasnama xwe derkeve pêş û bi îrade xwe di nava civaka xwe de jiyan bike .

‘Hilbijartinên pêşwext yên jinan bi rengekî serkeftî bi dawî bûn’

îro ev nimûne li herêmê tê avakirin ku Kongra atar û Kombûna Jinan a Zenbûbiya bi navê xwe nasname û bi îrdeyeke xurt li tevahî navçe, bajar, namzetên xwe diyar kirin bi hilbijartinên fermî ji aliyê jinan ve, ev hilbijartin bi awayekî serkeftî hate qedandin, ne tenê jinên kurd lê belê jinên ereb û pêkhatiyên ku bawerî bi vê sîstema jin tînin ev dîmen hate diyarkirin.

Li ser vî esasî em weke rêxistina jin kongra star û koma jinên zenûbiya pergala hevserokatî, nûnertiya wekhev gelekî giring dibînin , di her pêvajoyê de sîstema hevserokatî modêla rast e li ser xala ku felsefeya jin jiyan azadî rast dixwîne û siyasetê dike û li dijî sîstema yekalî em sîstema hevserokatî diparêzin, ji bo vê em dikarin bibêjin ji sedî 50 nûnertiya jin di nava şaredariyan de heye, ev yek bi kedeke mizin tê parastin û mezikirin.

‘Ji bo hilbijartinên 11 Hezîranê bernamzetên jin amade ne’

Bi armanca avakirina şaredariyeke ekolojîk di herêma cizîrê de li /68/ navçe û bajarokan hilbijartinên jinan ên pêşwext hatin çêkirin. li herêma firatê /15/  navçe û bajarokan hilbijartinên jinan ên pêşwext hatin çêkirin.Her wiha li herêmên rizgarkirî li /50/ bajar û navçeyan hilbijartinên pêşwext hatin qedandin, bernamztê jin hatin amadekirin ji bo derbasî hilbijartinên 11 hizêranê bibin weke hevserokên jin cih bigrin.

‘Li hemberî qirkirina eklojîk, tekoşîna parastina ekolojîk’

Armaca me ew e ku li hember qirkirna ekolojîk ya ku bi destên dewleta dagirker di Kurdistanê de tê kirin li ser daristanan, avê, çiyan û erdnigariya me, li hemberî van polîtîkan parastina xweza, ax, av û hewayê erkê herî bingehîn e, tekoşîna ekolojîk tekoşîneke heq û dada bi destê jinê ye.Soza me ji bo nirxên ku gelê me, jin û zarokên me ji bo wan têkoşîn afirandî

Bi berşdariya jinan xebatê inşayê

Hilbijartinên şaredariyan ên ku wê di rojên pêşiya me de werin çêkirin, ji bo demokrasiya Rojava, bakûr û rojhilatê Sûrî, xwe ji heremî rêvebirin û înşayê gaveke giring e. Me wekî jin çawa di her gava înşaya civakî de cihê xwe girt, îro jî em ê bibin yên ku di şaredariyan de rola sereke bilîzin .Siyaseta yekalî û yekdestdariyê di şaredariyan de tên diyarkirin bandorek mezin li ser jin û zarokan dike û wan ji xizmetguzariyê dûr dixe. Li mal, li kolanan, em çi jiyan dikin, ji çi xizmetan çiqasî sûdê werdigirin, ji plansaziya cih, hawirdor, park, bexçe, qadên keskahî, ronîkirina kolanon, xizmeta bi zimanê dayîkê, mafê çûn û hatinê û hwd.ango çavkanî ji bo çi û kê tên bikaranîn, polîtîka û pêkanîn rêbazê jiyana me bandor dike û têşe dideyê.

Ji ber vê yekê em dizanin ku em çiqasî tevlî pêvajoyên bîryaran bibin û polîtîkayên şaredariyan bi hev re diyar bikin, em ê ew qasî karibin rê û rêbazên înşa, jiyana xwe û cihê em lê jiyan dikin baş rêk û pêk bikin.  Bi zanistiya kes û civaka azad ve, civaka demokratîk û komînal, aşîtiyekî mayînde û rêgeza bi gelan re wekhev jiyankirin, feraseta şeredariya demokrasiya yekser û bi beşdarbûnekî xurt , em rêxistin bikin, li jiyana xwe xwedî derkevin, em ê jiyana wekhev û azad ava bikin.

‘Em ê jiyana civakî bi nirxên azad û wekheviyê ji nû ve ava bikin’

Em jiyana civakî bi nirxên azadî û wekheviyê ji nû ve ava bikin, biparêzin û mayînde bikin, em polîtîkayên alîgirê jin pêş bixin û rêgeza xwe ji heremî rêvebirinê esas bigrin û pêş bixin.   Perwerdeya bi zimanê dayîkê, pilansaziya bajêr, mîmarî, bi awayekî wekhev li bajêran ji xizmetgozariyê sûd wergirtin, ragihandin û weşan, çand û hüner, çûn û hatin, tenduristî, aborî, ekonomî, polîtîkayên etîk û estetîkê, polîtîkayên civakî; bi awayekî xweser û serbixwe, xwe rêxistinkirin, hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û sîstema nûneriya wekhev, em ê bi ser kevin.

Di feraseta jin a xwe dispêre şaredariyên pir çandî de em ê maf û wekheviya hemo komên bawerî û gelan Kurd, Suryanî, Asurî, Ereb, Turkmen, Ermenî, Elewî, Sûnî, Misilman, Xiristyan û Êzidî biparêzin. Em ê sîstema hevserokatî û nûnertiya wekhev wekî rêgez qebûl bikin. Ji bo ewlehiya mafê jin û azadiya wê, wê jin di her qadê de bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, wekheviya zayîndan û hevsengiya hemû cewaziyên di xwezayê de esas bigrin.

Li gorî van rêgez û esasan;

Hemû xizmet û projeyên derheqê jin û zarokan de, bi awayekî hevpar wê bi komîn û meclisan re were girtin.

Polîtîkayên jin, em ê bi saziyên sivîl ên heremî, rêxistinên jin, ciwanan, saziyên civakî, tenduristî û perwerdê bi hev re bigrin.

Ji bo di şaredariyan de jin bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, di şaredariyan de meclisên jin, koordînasyonên jin û berdevkên jin em ê ava bikin.

Ji bo projeyên jin û zarokan warin çêkirin, em sazîbûna jin pêş bixin û di vê çarçoveyê de;  em ê di her şaredariyê de ofîsa jin û bi vê ve girêdayî yekeyên têkoşîna li dijî tund û tujiyê û perwerdeyê ava bikin.

Ji bo hevgirtina jin a di şaredariyan de pêş bixin û polîtîkayên hevpar pêş bixin,  em ê yekîtiya jinên şaredariyan ava bikin.

Ji bo perwerde, enformasyon û tifaqên jin ên navnetewî pêş bixin, em ê di binya yekîtiya jinên şaredariyan de em ê yeke û komîteyên ekademî, ragihandin û yên dîplomasî pêş  bixin.

Ji bo pêwîstiyên jinan ên ku nîvê civakê ne werin pêşwazîkirin, em ê budçeya yekser a li hemberî zayenda civakî hişyar pêş bixin, xebatên jinan ên di şaredariyê de wê esas were girtin û ji bo projeyên xweser budçeyekî xweser were diyarkirin.

Di çarçoveya têkoşîna li dijî hemû tund û tujiya li ser jin ; yekeyên şêwirmendiya jin, ên parastina jin û zarokan em ê ava bikin.

Tenduristî mafekî xwezayî yê, civakî ye, ji bo jin jî karibin ji vî mafî sûdê werbigrin pêwîst e tendurî bê pere be, em ê bi saziyên tunduristiyê re hevpar kar bikin, ji bo tenduristiya jin a bedenî xebatên perwerdehiyê dê werin pêşxistin.

Ji bo jinên bêmal, ji cihên xwe hatin derxistin, tundî li ser wan hatin meşandin û mexdûr in, jinên koçber, astengdar û zarok karibin bi cih bibin, dê cihê jiyanê ji wan re bên rêxistinkirin.

Ji bo jin zêdetir tevlî aborî bibin, em ê berhemdariya hevpar pêş bixin, li ser vî bingehî di serî de çandinî û lawirvanî, em ê koperatîfên jin ên bazirganî û berhemdariyê pêş bixin û destek bikin.

Ji bo hişmendiya ev karê jin e, ev jî karê zilam e were derbaskirin, em ê projeyan pêş bixin; em ê bi rêya perwerdeyên meslekî ve bihêlin ku jin di karên curbecur de kar bikin û karibin xwe xwedî bikin.

Em ê di hemû yekeyên polîtîkayên jin diyar dikin de, rêxistina jinên ciwan xurt bikin, ji bo bibin xwedî gotin, reya û di mekanîzmayên bîryarê de cih bigrin em ê wan bi awayekî xurt beşdar bikin.

Ji bo di eksena jin de cewazî û pir alî were pêşxistin em ê çavdêr bin, mafê jin ê jiyanê, tenduristî, perwerde, bicihbûn, çûn û hatin, ewlehî û pilansaziyên wê esas bigrin. Ji avahî, heta qadên keskahiyê, ji parkan heta meydanan, di plansaziya cihê em lê jiyan dikin de em ê bibin xwedî gotin, nerîn û bîryar.

Cihê çandî yê jinê, qadên sporê yên jinê, semt, qadên bazarê, parkên jinan, qadên jinan ên azad em ê çêbikin.

Em ê di avakirina bajêran ên di çarçoveya feraseta jin de, di qadên giştî, çûn û hatinê, avakirina avahiyan de rewşa zarok, astengdar, însanên temen mezin û hwd berçavan re derbas bikin.

Qadên jiyanê yên hatin dagirkirin, şewitandin û hilweşandin, li ser xwesteka heremî, bi awayekî hevpar em ê bi hev re ava bikin.  Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnan ên bi zorê koçber dike û demografiyê diguhere, bi hev re tê bikoşin.

Em ê parastina sîstema ekolojîk esas bigrin, em ê ne tenê mirov, em ê xwe li hemberî hemû cureyên nebatan û lawiran, av, ax, hewa, hebûnên dîrokî û mîrasên çandî berpisyar bibînin, qadên em lê jiyan dikin em ê wekî qadên keskahiyê pêş bixin.

Ji bo mafê jinên di bin sîwana şaredariyan de kar dikin ên aborî û kesî were parastin, em ê zemîna rêxistin û parastinê pêş  bixin.

Wekî jinên Rojava, bakur û  rojhilatê Sûrî; armanca me avakirina şaredariyên demokratîk, ekolojîk û  di eksena azadiya jinê de ye.  Ji bo vê em bi biryar in, xwedî bawerî ne, bi hêvî û bi coş in… Di serî de jin, em bang dikin ku hemû gelê me îradeya jin destek bike û mezin bike. Ji niha de em hemû hevalên xwe yên bên hilbijartin pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Deklarasyon bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.

Paşê bernameyê şahiyê dest pê kir. Di bernameya ku stran hatin strîn û reqs hat pêşandan şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.