Li Amedê li Navendên Jiyana Jinan perwerdeyên hişyariyê dest pê kirin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navendên Jiyana Jinan ên li taxan, têkildarî “Wekheviya zayendiya civakî’ dest bi perwerdeya hişyariyê kir.

Navenda Nûçeyan- Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, li Navendên Jiyana Jinan ên li taxên cuda ne, ji bo kursiyer û mamosteyên pispor têkildarî "Wekheviya Zayendiya Civakî" perwerdeyên hişyariyê da destpêkirin.

Li daxwazên jinan hat guhdarkirin

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz di perwerdeyên ku li Navendên Jiyana Jinan ên li Koşuyolu, Ben û Sen, Lalebey û Deriyê Mêrdînê hatin lidarxistin de axivî û behsa projeyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan amade kiriye kir û li daxwazên jinan guhdarî kir. Derûnînas Dîlan Guven jî der barê “Cins û têgînên zayendî û cudahiya têgehan” û “Rola zayendî û newekheviyên van rolan di civakê de” agahî da jinan.

Di çarçoveya bernameyê de 23'ê Gulanê roja pêncşemê li Yenîkoyê û 24'ê Gulanê roja înê jî li Navenda Jiyana Jinê ya Ahmet Arif dê perwerde bê lidarxistin.

Di çalakiyê de jinên ku behsa rewşên ji ber jinbûna xwe di nava civakê de tên serê wan kirin û gotin ew dikarin li derveyî kursê jî bi hevgirtina civakî xwe îfade bikin.