Ji hezar û 400 akademîsyenên li Îsraîlê bang: Şerê li Xezayê bi dawî bikin

Li Îsraîlê nêzî hezar û 400 personelên akademîk û rêveber ji hikumeta Îsraîlê xwestin şerê li Xezayê bi dawî bikin û rehîne werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Hezar û 400 personelên akademîk û rêveber ên di saziyên perwerdeya bilind a Îsraîlê dixebitin daxuyaniyek hevbeş bi sernavê ‘Bang ji bo Hikumeta Îsraîlê şer bi dawî bike û rehîneyan serbest berde’ weşandin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Îsraîl, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke erkdarên akademîk ên saziyên perwerdeyê û personelên rêveberiyê, bang dikin ku hikumeta Îsraîlê şerê li Xezayê demildest bi dawî bike û rehîneyan berde.”

‘Ji ber şerê ku didome hiqûq binpê bûye’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo sivîlên li Xezayê zirarên mezin çêbûn. Tunekirina binesazî û birçîbûnê bi awayekî ku heta niha nehatiye dîtin didome. Divê ev êriş êdî bi dawî bibin.”