Li Siûdî êrişa li ser sêwîxaneya zarokan bû sedema bertekên mezin
Ji ber şert û mercên nebaş protesto kirin, hêzên ewlekariya Siûdî li zarokên keç ên li sêwîxaneyek dimînin xistin. Li hemberî vê bûyera dijmirovî piştî bilindbûna bertekan lêpirsîn hat vekirin.
Navenda Nûçeyan - Rayedarên Siûdî li ser vîdyoyên ku nîşan didin zilamên ewlehiyê û kesên bi cil û bergên sivîl êrîşî zarokên keç ên li sêwîxaneyeke li başûrê rojavayê welat dikin, bi êrîşa ewlehiyê ya li ser wê derê, rayedarên Erebistana Siûdî lêpirsîn vekirin .
Îmarata Esîr di daxuyaniyek ku de roja 31’ê Tebaxê de da, avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina bûyera serdegirtina mala sêwî ya ku tê de keç rastî êrîşê hatibû kirin û lêkolîna hemû aliyan û şandina dosyayê bo dezgeha şareza ragihand.
Vîdyoya du xulekan zêdetirî milyonek temaşe li ser malpera tora civakî ya Twitterê bi dest xistiye ji dema ku êvara Sêşemê dereng hat weşandin ve vîdyoya orjînal li ser hesabê bikarhênerek ku got ew li sêwîxaneyê dijî, hat weşandin.
Dîmen bi mêrên ewlekarî û kesên bi cilên kevneşopî yên Siûdî dest pê dike ku êrîşî "Mala Perwerdeya Civakî ya Keçan" ya li bajarê Xemîs Muşeyt li Îmarat Esîr a li başûrê rojavayê welat, dikin.
Di dîmen de zilam diyar dibin, hinekan dar digirin, keçan bi kemberan dişopînin û li wan dixin, di heman demê de qêrîn li cihê wan tê bihîstin û zilamên bi cil û bergên sivîl keçek kaş dikin berî ku dest û lingên wê kelepçe bikin, hinekên din keçek din ji destên wê kelepçe dikin û bi kembera xwe li pişta wê dixe.
Dîmenên bûyerê li ser malperên tora civakî belav bûn
Bûyer li ser malperên tora civakî bû sedema nerazîbûnê ku li Siûdî haştaga "Yêtîmên Xemîs Muşeit" di serî de bû.
Gelek çalakgeran ev bûyera ku weke "reaksîyoneke hovane" hat binavkirin, şermezar kirin; bang kirin ku der barê mijarê de lêkolîn bê kirin, mafên girtiyan bên parastin, gilî kirin û li dijî binpêkirina maf û rûmeta wan nerazîbûn nîşan dan.
Weqfa Mafên Mirovan a ALQST ku navenda wê li Londonê ye jî "bûyerên nebaş" ên ku malê şahidî kir şermezar kir, "di nav wan de avêtina ser zilamên ewlehiyê û destdirêjiya li ser keçên ku li dijî şert û mercên nebaş protesto kirin.."