EŞÎK: Em dest ji mafê xwe yê jiyana bê şer û bê tundiyê bernadin!

Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de careke din got, "Serdestiya aştiyê bi bidestxistina wekheviya zayendî ve girêdayî ye."

Navenda Nûçeyan - Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: "Rêvekirina aştiya li cîhanê bi misogerkirina wekheviya zayendî ve girêdayî ye. Em dest ji mafê xwe yê jiyana bê şer û bê tûndî bernadin!"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şer, krîza aborî, destkeftiyên wekheviya zayendî û êrîşên li ser mafên mirovan zêde bûne û hat destnîşankirin ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku li cîhanê ev rewş herî zêde lê giran e.

Di daxuyaniya EŞÎK'ê de wiha hat gotin:

“Wekê EŞÎK em bang li hemu jinan dikin ku;

• Derketina ji xwestekên razber ên aşitiyê û ne tenê li dijî şerê çekdarî li dijî neteweperestî, nijadperestî, zayendperestî û mîlîtarîzmê jî bi hêztir dengê hevpar derbixin,

• Ji bîr nekin ku di her şerekî de çend serketî hene, ku ji hilberînerên çekan û piştgiran pêk tê û tenê yên ku winda dikin feqîr, jin û zarok in,

• Em bang dikin ku çavkaniya wî çi dibe bila bibe hemu fikrên siyasî û çandî yên jinê û bedena wê mîna xanîmetekê dibînin mehkûm bikin.

Em careke din destnîşan dikin ku ji bo bi hev re aştiyeke mayînde û mayînde ava bikin, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya hevpar û mafê jiyana bê şer û tundiyê bernedin."