Dayîkên ku aştiyê dixwazin rastî êrişa polîsan hatin!
Dayikên Aştiyê yên bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dan, rastî êrişa polîsan hatin.
Stenbol - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û dayikên ku ji bo zarokên xwe yên li girtîgehê di nobeta edaletê de ne, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî duh li Beşîktaşê bûn. Dayikên ku li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dan, careke din bi laçikên xwe yên spî daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman û bal kişandin ser Mutabaqata Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibata 2015’an de dema pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dikir, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate nivîsandin.
“Em ê dev ji daxwaza aştiyê bernedin”
Dayika Aştiyê Aklime Keskîn a di çalakiyê de axivî, balkişand ku ew aştiyê dixwazin û diyar kir ku divê hemû dayik piştgiriyê bidin vê daxwazê û wiha got: “ Em Tirk, Kurd, Laz û ji hemû dayikan ji bo daxwaza xwe ya aştiyê piştgiriyê dixwazin. Em tenê aştiyê dixwazin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê ya ji bo hemû kesên hatine qetilkirin bernedin."
“Êdî di nav kîsan de cenazeyên me didin me”
Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz jî bi gotinan bang kir: “Deng bidin dayikên Aştiyê. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dawî li vê tecrîdê bînin. Bila her kes di nava aştiyê de bijî, em negrîn, êdî hêsirên me nema.” Bedîa Golguz diyar kir ku êdî dayikên kurd cenazeyên zarokên xwe di nav kîsan de digrin, bi van gotinan berteka xwe anî ziman: “Cenaze nemaye û êdî hestiyên me didin me. Em vê yekê qebûl nakin.” Bedîa Gokgoz xwest ku li Qesra Dolmabaxçeyê maseya aşitiyê bê danîn.
"Em her cure muameleyên dijmirovî dibînin”
Dayika Aştiyê Behiye Duman jî wiha axivî: “Em her cure muameleya xerab û dijmirovî dibînin. Zarokên me dikujin û vedişêrin, nadin malbatan. Dixin tûrikekî û dişînin. Ma ne şerm e, ma hûn şerm nakin? Ez kesên ku vê dikin şermezar dikim. Dema vê yekê dikin çi difikirin? Zarokên me ji bo me leheng in.”
Hatin binçavkirin
Piştî axaftinan polîsan êrîşî dayikên ku xwestin belav bibin kirin. Dayikan demekê ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin. Dayikên ku ji bo biçin malê ber bi Îskeleya Beşîktaşê ve diçûn, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û wesayîta binçavkirinê anîn li gel wan.
Dayikên ku bertek nîşanî bangkirina wesayîta binçavkirinê dan, piştre hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişê dayikan kirin. Hate hînbûn ku piştî êrîşê 3 dayik hatin binçavkirin.