Der barê kurtajê de ji welatiyan re SMS tê şandin!
Daraza Îranê, ji welatiyan re bi şandina peyamên kurt yên derbarê kurtajê de hişyariyê dide. Hişyarî di heman demê de ji rayedarên tenduristiyê bigire heta dermansazan hemû pêkhateyan dihewîne.
Navenda Nûçeyan – Digel zêdebûna nîqaşên li ser kurtajê ya cîhanê, rawestgeha din a ku kurtaj lê hatiye qedexekirin Îran e. Daraza welêr bi rêya peyaman kurt, gef li Îraniyan dixwe.
Daraza Îranê, bi rêya SMS’an gotarên hişyariya kurtajê dişîne. Bêyî ferq bike pîrik, bijîşk, dermansaz, hemwelatiyên ku dikarin kurtajê pêkbînin û plan dikin ku pêkbînin jî, bi gotina “Her kesên ku her cure çalakiyan dikin” bi cezayê girtîgehê û pereyan gef li wan dixwe.
Di çarçoveya "projeya zêdekirina nifûsa ciwan" a Îranê de, tê xwestin ku ji saziyên tenduristiyê heta darazê serdestiya li ser bedena jinan bi awayekî piralî bê meşandin. Ji Wezareta Tenduristiyê jî xwestina lîsteya rêjeya jidayikbûnê û kesên rapora “ducanîbûna bi xeter” heye, rastî berteka bijîşk, pispor û parêzvanên mafên jinan kişandi bû.