Ji malbata Şenyaşar di roja 542’yemîn a nobetê de 'Pêşangeha Edaletê'
Malbata Şenyaşar, li ber avahiya edliyeyê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekir.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 542’emîn de berdewam dike.
Malbatê, serê sibehê hat ber Edliyeya Rihayê û ji ber 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û ji ber bidawîbûna betlaneyê û destpêkirina sala edlî, li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, 'Pêşangeha Edaletê' vekir. Li pêşangehê, wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin û karîkaturên li ser Emîne Şenyaşar û edaletê hatin nîşandan. Kesên têne edliyeyê jî li 'Pêşangeha Edaletê' digerin û agahiyan ji malbatê werdigirin.
Şande serdan kir
Şandeya ku di navde Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzal û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ahmet Atiş serdana Malbata Şenyaşar kir. Di serdanê de Mehmet Velat axivî û piştevaniya xwe bi malbatê re anî ziman. Her wiha Ahmet jî da zanîn ku dê her tim li cem malbatê bin.