Li Mexribê jinek hat qetilkirin
Endamên Polîsên Dadwerî ya li bajarê Mihemediyê da zanîn ku mêrê bi hewldana diziyê jinekê qetil kiriye ji aliyê wan ve hatiye girtin.
Mexrib - Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Niştimanî ya Mexrîbê bi daxuyaniyekê nivîskî da zanîn ku kujerê jina 30 salî ya bi hewldana diziyê hatiye qetilkirin ji aliyê wan ve hatiye girtin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Niştimanî ku di 3'ê Hezîranê hatibû weşandin ewlehiya niştimanî ya bajarê Mihemediyê di dawiya hefteya borî de dest bi lêkolîna cenazeyê mexdûrê kiribû ku di hundurê mala xwe de rastî lêdana kêra hatibû û ev yek bû sedem ku jiyana xwe ji dest bide, her wiha bavê wê jî di dema ku hewl daye li hemberî kujer li ber xwe bide rastî lêdanê hatiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsên dadwerî bi hemahengiya polîsên zanistî û teknîkî dest bi lêkolînên meydanî û pisporiya teknîkî kirine û nasnameya kujer bi rêka kamerayên li cihê bûyerê, şopa tiliyên hat tespît kirine û li gorî van tesbîtan kujer hatiye girtin.