Li Lubnanê jin li dijî qetilkirina Jîna Emînî li qadan bûn

Li Lubnanê jinan bi pêşengiya Komaleya Çandê ya Newrozê, Komaleya Jin û Komaleya Jin a Xêrxwazan a li Beyrûdê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî çalakiya rûniştinê lidar xistin.

CAROLINE BAZZI

Beyrût  Komela Çandî ya Newrozê, Women's Jane Association û Women's Charitable Society a li Beyrudê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve bi hinceta hicaba xwe baş girênedaye hatibû binçavkirin û ji ber îşkenceyê jiyana xwe jidest da, duh çalakî lidarxistin. Jinan bi dirûşmeyên “Ji qirkirinê re na, ji kuştina jinan re na, ji azadî û edaletê re erê” çalakî lidarxistin û piştgirî dan çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî didome.

“Şoreş bêyî şopa jinê nabe rastî”

Komela Çandî ya Newrozê, Komaleya Jin û Komaleya Jin a Xêrxwazan a li Beyrudê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Careke din rastiya ku dê sedsala bîst û yek bibe serdema azadiya jinê, bi xwepêşandan û xwepêşandanên girseyî yên gel tê îspatkirin. Li bajarên curbicur ên Îranê, kuştina keça Kurd Mahsa Emînî “Jina” şermezar kirin, ev xwepêşandanên girseyî careke din piştrast dikin ku şoreş jin û çirûska her şoreşeke rasteqîn jin e. Tiştê ku welatên me yên rojhilat û mexrîbê ev zêdetirî deh sal in şahidî dikin, ji Tûnisê heta Misirê, ji Yemenê heta Îraqê, ji Sûriyê heta Sûdanê û ji Îranê heta Lubnanê, bêguman ev yek piştrast dike. Jin li her derê li dijî neheqî, mêtingerî serî hildidin, şoreşên gel didin destpêkirin û ji ber vê yekê şoreş bêyî şopa jinê nabe heqîqet.” 

“Cûdahiya demê di navbera sûcek û sûcek din de teng dibe”

Rêveberiya Komaleya Jin Buşra Elî ji ajansa me re axivî. Buşra Elî diyar kir ev li dijî dagirkerî û qirkirina jinan çalakiya rûniştinê pêk anîne û wiha got: “Em weke Komela Çandî ya Newrozê, Komaleya Jin û Komaleya Jin a Xêrxwazan a li Beyrudê li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ev çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî ku me ji bo ewlekarî û aştiyê, gotûbêj kir û bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê yên li Îranê li hember qetilkirina keça kurd a Îranê Jîna ku bi navê xwe “Mahsa Emînî” tê naskirin me biryar da ku em tevgerekê organîze bikin.”

Buşra Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li hemberî vê sûcê em careke din dibînin ku qirkirina jinan zêde dibe. Qetilkirina Jîna Emînî bi qetilkirina leşkera Ermenî Anush Apetyan re hevdem bû û ev yek jî nîşan dide ku cudahiya demê di navbera wan de teng dibe. Qetilkirina jinek û ya din ku her sal wek hêlîna çanda qetilkirina jinan, hedefgirtin û qirkirina jinan tê dîtin. Bi taybetî wek komeleyên jinan, yek ji karên me yên sereke ew e ku li dijî tundiya li ser jinan û qirkirina jinan têbikoşin û daxwaz dikin ku sazî û rêxistinên navdewletî rola xwe di tevahî wateya peyvê de bilîzin.”

Buşra Elî derbarê bêdengiya hejmarek ji komeleyan derbarê qetilkirina jinan de wiha got: "Bêdengiyek di nav hejmarek komeleyên li Lubnan û derveyî welat de heye. Yek ji girîngtirîn pirsgirek ên ku em wek çalakvan rû bi rû dimînin, giringiya aliyekê hizbî û siyasî danîne û pirsgirêka jinê û azadiya wê ji xwe re esas digrin û ev mijar pêwîstî bi têkoşînê heye. Em hîn di destpêkê de ne.  Her komele xwedî rol û hewldana xwe ye, lê em nikarin pirsgirêka jinan di çarçoveya partiyên siyasî de kêm bikin. Ev pirsgirêkeke herêmî û pirsgirêkeke gerdûnî ye. Lewma divê em piştgiriyê bidin hemû jinan û dengê xwe bilind bikin.”

"Jin bingeha civakê ye "

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şervîn Cûdî der barê beşdarbûna xwe ya ji bo çalakiya rûniştinê de wiha axivî: “Em ji bo şermezarkirina êrişên pergalî yên li ser jinan beşdarî vê çalakiya rûniştinê dibûn. Em bi taybetî ji bo jina ciwan a Kurd a Jîna Emînî ku li Îranê rastî êrîşeke hovane hat û gelê wê li ser piyan e."

Şervîn Cûdî diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî ne ji ber hicabê ye û wiha got: “Qetilkirina Jîna Emînî ne ji ber hicabê ye, ji ber ku jin bingeha civak, exlaq, mirovahî, prensîb û azad ne hat qetilkirin. Ew qetilkirin li dijî jinan, jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê heqaretek e.” Şerefîn Cûdî da zanîn tundiya ku li ser jinê tê meşandin bandoreke mezin li nifşên pêşerojê dike û di nava malbat û civakê belav dibe.

Endama Komeleya Çandî ya Newrozê Nesrîn Biro jî wiha axivî: “Em ji dîroka Îranê dizanin ku rejîma Îranê berê ji ber ku hîcab li xwe kiribûn dikuşt, lê îro jî ji ber hîcabên xwe derdixin jinan dikujê. Em vê yekê wek paşverûtî û tepeserkirina azadiyan bi nav dikin.” 

"Berpirsiyariya nifşê ciwan parastina jinê ye"

Endama Komela Jin Dîlan Hesen jî der barê mijarê de wiha got: “Em îro tevî çend komeleyan beşdarî çalakiya şermezarkirin bûn û ji bo qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya li aliyê Polîsên Îranê ve, mîna her mirov hilweşîna rejîmên ku jinan tepeser dikin, xwest. Li Lubnanê azadiya min heye ku ez cil û bergên ku ez dixwazim li xwe bikim, lê dema ku ez difikirim ku kesek dikare ji ber cil û bergên min zordestiyê li min bike, ez pir hêrs dibim û min soz da ku ez hemî jinan biparêzim û bihesibînim ku dengê min dengê wan e. Berpirsiyariya nifşê ciwan parastina jinan û bidestxistina mafên wê ye.”

"Dê jin hêz û vîna xwe zêde bikin”

Endama Komeleya Çandî ya Newrozê Xezal Sado destnîşan kir ku beşdarbûna wê ya çalakiya rûniştinê ji bo redkirina kuştinên jinan, bi taybetî jinên Kurd ên ku rastî kuştin û îşkenceyê tên û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest didin e. Xezal Sado wiha got: “Li cîhanê tundiya li dijî jinan zêde dibe. Ger tundiya heyî berdewam bike cîhan ber bi xirabûnê ve diçe. Jin êdî li hember mafên xwe û tundiya li ser xwe bêdeng namînin. Ew e hêz û vîna xwe zêde bikin.”