Li Idlibê mamoste ji bo mafen xwe ketin grevê

Mamosteyên li Idibê ji ber hikumeta ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye avakirin, nîvî ji mehaneyên wan ên Cotmeh û Mijdarê birî bertek nîşan dan û dest bi grevê kirin.

Navenda Nûçeyan- Mamosteyên ku li gundewarên Idlibê, bajarê Sûriyeyê, peywira xwe dikin, ji ber ku ji meha Hezîranê ve mehaneyên wan bi rêkûpêk nayên dayîn û di du mehên dawî de jî ji sedî 50 jê hat birîn bertek nîşan dan û biryar girtin ku dest ji kar berdin.

Li gorî nûçeya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, (SOHR) mamosteyan li pêşiya avahiya Muduriyeta Perwerdeyê ya Idlibê duh çalakiyek li dar xistine. Mamosteyan bi gotinên; “Ji Hezîrana 2024’an ve heta niha mehaneyên me her meh nedihatin dayîn, biryara ji sedî 50 birandina ji mehaneyê, mercên me yên zor, girantir kiriye. Li dijî vê rewşê, em mamosteyên ku di dibistanên Idlibê de peywirdar in, heta daxwazên me yên mafdar werin bicihanîn, em ê neçin kar û çalakiya xwe bidomînin.”

Mamosteyan diyar kirin ku ji mehên havînê ve mehaneyên wan hatine derengxistin niha jî jê hatiye birîn û bang li hikumetê kirin ku pirsgirêkan çareser bike.