Ji kurtajên veşartî ber bi zirarên mezin ve

Kurtaj, yek ji mafên bingehên ê jinan e lê li Îranê ji derveyî rewşên mecbûrî qedexe ye. Ev yek, bûye sedem ku “kurtajên veşartî” zêde bibin. Jin di dema “kurtaja veşartî” de bi gelek xeteran re rûbirû dimînin.

VIYAN MEHRPERWER

Mahabad – Kurtaja ku ji bo bidawîkirina ducanîbûnê ye, yek ji mafên herî bingehîn ê jinan e û kurtaja di mercên bi ewle de, yek ji  perçeyên bingehîn ê tendurustiya zayendî û zayînê ye. Divê ev yek ji bo her kesê hêsan be lê li Îranê ji ber ku kurtaj li gorî daxwazê nîn e, qedexe ye, tenê ji ber sedemên tendirustiyê, bi komîsyonên tendurustiyê û pejirandina dadgehan dikare were kirin; jin gelek zirarê dibînin. Kêmbûna navendên taybet, tunebûna derfetan û pêkanînên hiqûqî, ji bo jin, malbat û pisporên tendirustiyê gelek astengiyan çêdike.

Li Îranê daneyên kurtaja di mercên bê ewle de û sedemên wan

Li gorî daneyên Navenda Ciwanan a Wezareta Tendirustiyê, li Îranê herî kêm rojê hezar kes kurtaj dibin. Gelek jin, diyar dikin ku sedema kurtajê kêmbûna merc û derfetan e. Ji Mahabadê Nesrîn D. dibêje ji ber ku di warê derûnî de amade nîn e; Jaleh.K. jî zoriyên aborî sedema kurtajê nîşan dide. Hinek jinên din ên weke Delara.R. diyar dikin ku di dema dergistîbûnê de, ji ber ducanî mane, ji bertekên civakê ditirsin loma neçarî riyeke wiha dimînin.

Biryarên ji bo kontrola ducanîbûnê, dema anîna zarok û mercên wê, ji mafên jinan lê ev maf li Îranê, bi sedemên siyasî, pir tê paşçavkirin. Li gorî rayedaran; li Îranê rêjeya zêdebûna nifûsê, ketiye bin ji sedî yek. Ji ber ku ev pirsgirêk di pêşerojê de dê bibe sedema pirsgirêkên ewlehî û aborî, hikumet li dijî jinan û tendirustiya civakê gavan davêje.

Hikumeta Îranê, bi armanca teşwîqkirina zewac û anîna zarokan, di sala 2021’ê de “Nufûsa Ciwan û Zagona Piştgiriya Malbatê” xist meriyetê. Li gorî benda 56’an vê zagonê, kurtaj weke sûcê eşkere tê dîtin û cezayên diyet (pereyê xwînê) girtîgeh û betalkirina lîsansa tibî digre nava xwe.

Bi wê zagonê re, gihîştina rêbazên kontrola zayînê û ducanîbûnê hatine rakirin. Tevî fikarên ku dê rewşa tendirustiyê bixe xeterê û îtirazên ji bo vê zagonê jî; serdozgerê Îranê Muhammed Muvahhidî, di giştînameya ku di Sibata 2024’an de weşand de, li dijî navendên derzagonî yên kurtajê û yên di vî warî de dixebitin xwest  tedbîrên “hişk û edlî” werin girtin. Vê giştînameyê bû sedem ku kurtajên veşarî yên di mercên bê ewle de zêde bibin.

Jin ji ber kurtaja bê ewle gelek zirarê dibînin

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, zêdetirî kurtajan li malê, bi vexwarina dermanan çêdibin. Ebeya bi navê Nemmîl G. a li Mahabadê peywirdar e der barê kurtajê û rêbazên wê de van agahiyan dide: “Bi kurtajê, plasenta ji dîwarê malzarokê bi temamî jêdibe û ev yek zêdetir bi çûyûba xwînê tê dîtin. Dermanên ji bo kurtajê dibe ku pêşî li zayînî bigrin, kirina kurtajê jî bi rêbazeke cerahî, bi amûreke ku dikeve nava malzarokê û plasentayê radike çêdibe lê mixabin nexweş di bin çavdêriyê de namînin, bi giştî di dema çûyîna xwînê de serî li nexweşxaneyê didin. Ji ber ku kurtaj ji bo bijîjk û ebeyan dibe sedema betalkirina lîsansê û cezayên giran.”

Leyla A. ya ku di ducanîbûna xwe ya yekem de neçar maye kurtaj bibe, diyar dike ku piştî kurtajê ji mehek zêdetir, êşê kişandiye û xwîna wê çûye, ji ber tirsê neçûye bijîjk. Leyla dibêje: “Kurtaj bi tevahî temam nebûbû, loma neçar mam dubare bikim. Ji ber vê yekê nexweşiya bêxwînî û enfeksiyonê bi min re çêbû.”

Rêbazên kevn ên weke zerdeçal jî gelek caran bandorê nakin û hinek caran bi xeter in. Delara B. ya ku du caran kurtaj bûye di vê mijarê de wiha dibêje: “Piştî zaroka min a yekem welidî, regl nebûm û testa min a ji bo ducanîbûnê pozîtîf derket. Ji ber ku xwîna min diçû, bijîjkê zayîna jinan, ji min re çaya zerdeçal pêşniyar kir lê bi kêr nehat. Dûre min dermanê vajînal û binê ziman girt. Xwîn ji kurtaja cara duyemîn cuda bû, dema ku ez çûm nexweşxaneyê, hîn bûm ku ger du saet dereng biçûma ez ê bimriyama.”

Ji ber kurtajê zirarên derûnî jî bandora xwe demên dirêj nîşan didin. Maria K. diyar dike ku piştî kurtaja ku di odeyek biçûk de hat kirin, wê helwestên bi heqaret ên ebeyê li dijî xwe ji bîr nekiriye. Şida V. jî dibêje ku bijîjkê ultrasyonê dengê lêdana dilê pê daye guhdarîkirin, hewl daye dest ji kurtajê berde, ev yek jî bûye sedem ku wijdanê wê nebaş be û hê jî vê travmayê ji ser xwe navêtiye.

Jiyana jinan dixe xeterê

Jin di dema “kurtaja veşartî” de bi gelek xeteran re rûbirû dimînin. Mafên zayîn û tendurustiya zayendî, bi zagonên ku li Îranê teşwîqê zêdebûna nifûsê dikin re, zêdetir tên binpêkirin. Bi wê yekê tendirustî û jiyana jinan dikeve xeterê. Derzagonîbûna kurtajê û ji aliyê exlaqî nirxandina bi awayê şaş, tenê rewşeke ji bo Îranê nîn e lê tevî hişyariyên saziyên navneteweyî jî hikumeta Îranê ji bo ferzkirina zêdebûna nifûsê, bi van tedbîrên ku digre, jiyana jinan dixe xeterê. Tevî ku bi van rêbazan nikare nifûsê zêde bike jî; hê jî tendirustiya jinan dixe xeterê.