‘Şerê li Xezayê bandora neyînî li têkiliyên civakî kir’

Ehlam El Zên a ji Xezayê desnîşan kir ku têkiliyên civakî beriya şerê li Xezayê xurt bûye û lê belê ji ber şerê berdewam û zêdebûna buhayê tiştan ev têkilî êdî lawaz bûne.

REFÎF ÎSLAM

Xeza – Di civaka Filîstînê ya li zîvala Xezayê de, hevgirtina civakî bi sedema şerê berdewam lawaz bûye. Ev rewş di nav malbatan bi giştî êdî xuya dibe.

Jina Filîstînî ya bi navê Ehlam El Zên destnîşan kir ku têkiliyên malbatî beriya şer xurt bûye û wiha got: “Tevî hemû nakokiyên ku derdiketin jî, her kesî ji hev hez dikir. Serdanên malbatî her roja înê hebûn û beşek sereke ji jiyana kesên di bajêr de bû. Lê belê îro ev rewş bi temamî hatiye guhertin. Bira nema li bira dipirse û weke barek li ser xwe dibîne. Heta dighê wê astê ku carnan bersiv nadin telefonên hev. Ditirsin ku ewê di telefonê de ar yan jî hinek xwarin ji hev bixwazin. Heman rewş ji bo hevalan jî derbasdar e. Ji bo ne li cem hev bimînin û ne jî ji hev pere bixwazin, li hev napirsin.”

‘Birçîbûnê gelek kes guherandiye’

Ehlam El Zên anî ziman ku îro xelk bi çavekî cuda li hev dinhêre û wiha pê de çû: “Ji hev diqehirin û dihesidin. Li Xezayê êdî mîna berê malek ji her kesî re vekirî nîne. Êdî bûye cîhekî ku her kesî difetisîne, hem ji xizanî û hem jî ji tirsan. Birçîbûnê gelek kes guherandiye. Ger zarokek nan bixwaze tuneye. Ji ber ku nanek mîna mûneta malê ye, ger xilas bibe berdêla wê tuneye. Îcar wê rewş çawa be ger em di navbera xwişk û bira û malbatan de hevrûkirinek çêkin.”

Alîkariya ku dighê wê difroşe û dide malbata kurê xwe

Lawê Ehlam El Zên, bi tevî zarokên xwe koçberî herêma Başûrê Newala Xezayê bûye. Beriya salekê koç kiriye. Têkiliya wê ya bi kurê xwe re qut bûye û kurê wê bi mehan wenda bûye. Dema lawê wê peywendî bi rengekî ji rengan pê re daniye jî, hest bi jiyanê kiriye. Lê belê neviyên wê gazinan ji nebûna xwarin, betanî û jiyana di kampan de dikin. Lewma kêfa wê dişke û neçar dimîne alîkariyên dighên wê, bifroşe û ji bo ku alîkariya wan bike, ji wan re bişîne.

‘Hezkirina di dilê xelkê de bi ku ve çû?’

Gelek ji cîran û nasên Ehlam El Zên bi sedema êrîşên Israîlê jiyana xwe ji dest dan û 3 malbat ji malbata wê ya mezin ji tomara sivîl bi temamî hatine derxistin. Ehlam El Zên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hezkirina di dilê xelkê de bi ku ve çû? Çima bûne mîna kevir? Gelo asta ku em gihîştinê, armanceke din a hêzên Israîlê ye?”