Ji şer û pevçûnên diqewimin herî zêde jin bandor dibin

Çalakvana Hiqûqî a Mexribi Neîme Eqdad behsa şer û pevçûnên li welatên Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku ji şerê tê jiyîn herî zêde jin bandor dibin lê tevî hemû zehmetiyan jî li ber xwe didin.

RECA XEYRAT

Mexrib – Jinên li welatên Rojhilata Navîn ên bi nakok û şeran de dijîn rewşên gelekî zehmet re derbas dibin. Tevî her herêmek xwedî taybetmendiyeke cuda ye jî tişta hevbeş di navbera hemû jinan de rewşa kareset a bi zarokên xwe re tê de dijîn e.

Çalakvana Hiqûqî Neîme Eqdad der barê rewşa jinan li welatên Rojhilata Navîn bi taybet jinên Xeza, Sûriyê, Yemen Sûdan û hwd şer û nakokî li wan hene axivî û got: "Jin herî zêde ji şer û nakokiyan zirarê dibînin ji ber pêdiviyên jiyanî ên herî biçûk ji wan re nayên peydakirin. Xizmetên sereke mîna tenduristî, parastin, ewlehî xwarin  peyda nabe."

Rewşa jinên Xezayê

Neîme Eqdad di berdewamiya axaftina xwe de behsa jinên Xezayê kir û bi pirsa "Ez bi çi hevokan rewşa jinan li Xezayê şîrove bikim?” dest bi axaftina xwe kir û got: “Ziman nikare qirkirina komî ya hêzên Îsraîlê li dijî welatiyan pêk tîne şîrove bike. Jinên li Xezayê tên qetilkirin. Ev kiryar û qirkirina li dijî jin û zarokên Xezayê yek ji kiryarên herî mezin ên mirovahiyê ye. Tevî hemû azaran jî jin ji bo hebûnê li ber xwe didin. Jinên Filistînî sembola berxwedan û têkoşînê ne. Em weke çalakvanên Hiqûqî yên Mexribê mixabiniya xwe tînin ziman ji ber alîkariyek pratîkî ji bo jinên Xezayê tune ne. Ji bilî derxistina daxuyaniyên şermezarkirinê û pêngavên îmzeyan li dijî kiryaran tu tiştek nayê kirin."

‘Jinên Sûriyê bi darê zorê tên koçberkirin’

Neîme Eqdad der barê rewşa jinên Sûriyê de bal kişand ku krîz bi gihîştina mizgîniyên buhara gelan di sala 2011'an de destpê kirin û ev yek bi rengekî mezin û kûr bandor li rewşa jinan kir.  Neîme Eqdad wiha domand: "Jinên Sûriyê li hember hemû cureyên tundiyê rûbirû ne. Ji koçberiya bi darê zorê heya  êrîşa zayendî rû bi rû ne. Hemû jî bi sedema krîza destwerdana aliyên derve mîna Îran Tirkiyê Rûsya û hwd pêk hat."

‘Jinên Yemenê ji mafê xwe yên herî biçûk jî bêpar in’

Çalakvana Hiqûqî Neîme Eqdad behsa rewşa jinên li Yemenê jî kir û wiha got: "Şerê olî û nakokiyên mezhebî heta piştî yekîtiya Yemeniyan yên Bakur û Başûr di sala 1990’î de jî bandoreke wan a kûr li ser rewşa xelkên Yemenê hebû. Bi taybet li ser jinan. Ji sedî 58 gelê Yemenê Hûsiyên girêdayî sîstema Şîaa ya Îranî ne. Civaka eşîrî bi nerîneke biçûk li jinan dinêre tevî ku jin roleke girîng di damezrandina malbatê de dilîze. Lê belê civaka baviksalar hîna wê dadixe asteke nizimtir."

‘Jinên Yemenê pêşengî ji bihara gelan re kir’

Neîme Eqdad diyar kir ku bihara gelan li ser daxwazên jinên li Yemenê hat pêş xistin û jin rêveberiya wê kirin. Neîme Eqdad wiha domand: "Jinan daxwaza wekheviyê û hemû mafên mirovî kirin. Bi taybet ji ber jin ji hemû mafên siyasî, çandî, civakî, aborî bêpar bûn. Mîna çalakvana Hiqûqî ya xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt Tewekul Kerman ku weke fermandareke naskirî di şoreşa ciwanên Yemenî de ye û daxwaza hilweşandina rejîma serokê berê Elî Ebdellah Salih kir. Şerê dawî li Yemenê di navbera Hûsî, Siûdî û Amerîkayê de rewş aloztir kir û vê yekê yekser bandor li jinan kir."

‘Jinên Sûdanê dikarin rolên girîng bilizîn’

Neîme Eqdad  rewşa jinên Sûdanê jî bi wan hevokan anî ser ziman: “Sûdanê welatekî bi jêderên xwe yên xwezayî dewlemend e. Çemê Nîl têre derbas dibe û xwedî petrol e. Tevî wê jî welatiyên wê xizan in. Ev hemû bi sedema pirsgirêkên xeyalî li ser destê Amerîka ya Sûdan weke welatekî xurt di Afrîka de dibîne ye. Di demekê de ku li Sûdanê gelek partiyên siyasî, Partiya Komunîst û Partiya Sosyalîst jî di nav de hatin avakirin, Fatima Îbrahîm Tevgera Jinên Pêşverû jî ava kir. Jinên ji baweriyên cuda di şoreşa Sûdanê de ji ber derketina şerên etnîkî û mezhebî berdêlên giran dan. Ev kaosa mezin a ku li seranserê welêt belav bû û bû sedem ku hemû Sûdanî çek hilgirin û herî herî zêde jin bandor bûn. Hin jin neçar man di bin şert û mercên dijwar de koç bikin. Sûdan xwedî jêhatîbûna jinan a girîng e, ew dikarin di hişyarkirina pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên welatê xwe de rolek girîng bilîzin.”