Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
Li 3 bajarên Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de 3 jin hatin qetilkirin. Yek ji wan tevî biryara dûrxistinê jî nehat parastin, kiryarê yek ji wan jinan jî hê nehatiye girtin.
Navenda Nûçeyan – Bi dawîbûna sala 2024’an re em bi nûçeyên şîdeta li dijî jinan ketin sala 2025’an. Rêxistinên jinan raporên xwe yên dawiya salê parve kirin, di daneyên raporan de tê dîtin ku ji ber zagona bi hejmara 6284’an baş nehatiye pêkanîn û polîtîkayên bêcezatiyê, gelek jin hatine qetilkirin. Li 3 bajarên Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 3 jin hatin qetilkirin.
Stenbol
Li Bahçelîevlera Stenbolê mêrê bi navê F.F. yê 23 salî, xwişka xwe ya mezin T.F. ya 27 salî bi amûrên birandinê qetil kir. Piştî bûyerê F.F. li polîs geriya û teslîm bû. T.F. ya ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Bursa
Li navçeya Yildirim a Bursayê kesên ku dîtin di nava wesayîdek de kesek razayî ye rewşê ji Navenda Bangê 112 re ragihandin. Li ser îxbarê komên tendirustiye û polîs hatin cihê bûyerê. Jina ku birîndar bû, tesbît bû ku navê wê Fatma Elîf K. ye, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Îxtîsasa Bilind. Fatma Elîf K. li wê derê jiyana xwe ji dest da. Nehat tesbîtkirin ku Fatma Elîf K. ji aliyê kê yan jî çend kesan ve hatiye qetilkirin.
Samsun
Li Navçeya 19 Mayis a Samsunê jina bi navê Muradiye O. ji aliyê Bîrol O. yê 45 salî yê der barê wî de biryara dûrxistinê hatibû girtin û li ber hevberdanê bûn ve hat qetilkirin. Kiryarê ku piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya, dûre hat binçavkirin û girtin.