Li Helebê HTŞ bendên nû ava dike
Ligel binpêkirinên nû yên li ser deriyê sînor ê Dêr Hafêr, cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam a rêveberiya demkî ya Sûriyeyê xaleke nû ya kontrolê li nêzî taxa Şêx Maqsûd ava kir.

Heleb – Di gavekê ku bû sedema nerazîbûneke berfireh de, cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ku girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ne, li dora taxa Şêx Meqsûd a li Helebê bendeke nû ya kontrola ewlehiyê danîn. Ev tedbîr bû sedema pirsên li ser bandora wê ya potansiyel a li ser tevgera sivîlan a di navbera taxan de.
Avakirina bendek kontrolê ya nû bendên peymanan 1'ê Nîsanê ku tê de tenê bendek kontrolê ya hevbeş destnîşan dike, binpê dike. Ev jî bûye sedem ku çavdêr vê gavê wek hewldanek di demekê ku ji rêveberiya demkî tu zelaliyek fermî derbarê armancên vê tevgera ewlehiyê de nîşan nedaye de ji bo tengkirina nerasterast a çembera li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibînin.
Binpêkirinên dubarekirî gefê li aramiyê dixwe
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên bajêr, binpêkirineke nû ya peymana agirbestê ya ji aliyê hêzên rêveberiya demkî ve, li herêma El-Me'amel piştrast kirin. Wan destnîşan kir ku hêzên hikûmetê di nav goristana Ermenan de, li kêleka herêma Cebenet a li rojhilatê taxa Şêx Meqsûd, bendeke leşkerî ava kirine. Hêzên Ewelkariya Hundirîn ev gav wek provokatîf, binpêkirina cihên giştî û pîroz û gefxwarineke rasterast li ser hewldanên aramkirinê bi nav kirin.
‘Rê li ber zêdebûna şer û pevçûnên nû vedike’
Li aliyê din deriyê sînor ê Dêr Hafêr ku li ser rêya Reqa-Helebê ye, duh êvarê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) a rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat bombebarankirin. Ev jî, rê li ber zêdebûna şer û pevçûnên li dijî deverên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedike.