Kongra Star banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kir
Kongra Star got ku “Rêber Ocalan bi rêya sîstema xwe ya rewşenbîrî û siyasî îspat kiriye ku ew xwediyê vîzyonek felsefî û mirovperwer a bêhempa ye” û banga azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir.

Hesekê – Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir. Daxuyanî li Parka Rêbertî ya li taxa Nasra ya bajarê Hesekê hat dayîn. Endam û rêveberên navendên jinan, her wiha nûnerên Kongra Star û komîteyên wê beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Jinê ya Saziya Fêrkirin û Perwerdê Renda Hisên ve hat xwendin.
‘Ramanê Ocalan ji bo pêkanîna aştiyek domdar e’
Renda Hisên tekez kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve, bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyê û hejmarek rêxistinên navneteweyî ve hatiye kirin. Renda Hisên siyaseta tecrîdê ya li ser Ocalan hatiye ferzkirin wekî binpêkirina Peymanên Cenevreyê û qanûnên navneteweyî û mirovî nirxand û wiha dewam kir: “Rêber Ocalan bi rêya sîstema xwe ya rewşenbîrî û siyasî îspat kiriye ku ew xwediyê vîzyonek felsefî û mirovperwer a bêhempa ye. Ev sîstem li ser bingeha azadî, demokrasî û lihevhatinê ye. Bi tiştê ku ew ji ezmûn, têkoşîn û platformên ku dikare rêça krîzan ji perspektîfa tundûtûjiyê veguherîne hildigre, rêya maf, siyaseta ehlaqî û danûstandinê bi awayekî ku mîsogerkirina bidestxistina aştiya domdar ji bo gelan e.”
‘Em dixwazin Rêber Ocalan bibînin’
Renda Hisên diyar kir ku daxwaza xwe ya rastîn a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştrast dikin û wiha got: “Ev bangewazî rêberiya pêkhateyên elît ên Sûriyeyê nîşan dide. Girîngiya mutleq a bicîhanîna qanûnên navneteweyî û prensîba danûstandinê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ku mifteyek bingehîn ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan û xurtkirina rêya demokrasiyê li Rojhilata Navîn pêk tîne, diyar dike. Li gorî vê yekê, em bangek ji raya giştî ya cîhanê û ji hemû saziyan re dikin. Li gorî nirxên edalet, rûmet, mirovahî û aştiyê û li ser navê hemû jinan û tevgerên mirovî yên ku daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertî dikin. Ji ber ku ew tekane kes e ku baweriya xwe bi azadiya jinan aniye, wekî ku wî gotiye (Ji bo min, azadiya jinan ji her tiştî girîngtir e û jina herî xweşik ew jin e ku bi azadiya herî mezin dijî.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.