Îsraîlê dest danî ser cenazeyê 735 Filistîniyan
Tevgera neteweyî ya lêgerîna kesên winda û rizgarkirina cenazeyên şehîdan a Filistînê ragihand ku Îsraîlê dest daniye ser cenazeyê 67 jê zarok, 735 Filistîniyan.

Navenda Nûçeyan – Tevgera neteweyî ya lêgerîna kesên winda û rizgarkirina cenazeyên şehîdan a Filistînê di daxuyaniya xwe de, têkildarî hejmara cenazeyên Filistîniyan ku Îsraîlê dest daniye ser wan agahî da.
Het diyarkirin ku îsraîl desteserkirina 735 cenazeyên Filistîniyan didomîne û ji vana 256 jê li goristana ku navê ‘goristana hejmaran’ lê hatiye kirin, hatine veşartin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îsraîl ji destpêka sala 2025’an ve heta niha 86 jê yên girtî, 67 jê zarok û 10 jê jin bi giştî dest daniye ser 479 cenazeyên Filistîniyan.”
‘Hezar û 500 cenazeyên Filistîniyan li navenda binçavkirinê tên girtin’
Di daxuyaniyê de îşaret bi nûçeya di 16’ê Tîrmehê ya rojnameya Haarets a Îsraîlê hat kirin û hat bibîrxistin ku artêşa Îsraîlê li navenda binçavkirinê ya Side Teimanê ku bi nêzîkatiyên xirab û îşkenceyê bi nav û deng e, ji Zîvala Xezayê nêzî 1500 cenazeyên Filistîniyan digre.
Saziyên Îsraîlê, diyar dikin ku cenazeyên Filistîniyên ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin an jî di girtîgehan de mirine ji bo pevguherîna esîran kirine mijara bazarê.
Îsraîl cenazeyên Filistiniyên ku radestî malbatên wan nekirin li goristana ku navê ‘goristana hejmar’ lêkirine, li cihê nav, tenê hejmar li ser goran nivîsîne binax dike.
Heta niha 67 hezar 211 kes mirine
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê de 67 hezar û 211 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 169 hezar û 961 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê duh piştî lihevkirina li Misrê ragihand ku li Zîvala Xezayê agirbest ketiye meriyetê.