Li Sûdanê êriş: Herî kêm 30 kes hatin qetilkirin
Li bajarê Faşir a li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê di êrişa bi dronê ya li ser navenda koçberan de herî kêm 30 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komîteyên Berxwedanê ku toreke sivîlan a herêmî ye, ragihand ku êriş îro ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ku hevkarê berê yê artêşê ye, pêk hatiye. Rêxistina herêmî ragihand ku herî kêm 30 sivîlan hatin kuştin.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji Nîsana 2023’yan û vir ve bi artêşa Sûdanê re di nava şer de ye. Koordînasyonê ragihand ku di êrişê de navenda alîkariya mirovî hatiye hedefkirin û gelek mirov di sirnaxên binerd de asê mane. Êriş weke “komkujî” hate pênasekirin.