“Li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene”
Denîz Poyraz rûnekiya xwe li dinê hişt û çû; hêrsa û kîna zaliman bûn sedema veqetîna ji hezkiriyên wê. Piştî wê bi hezaran Denîz, bi rûnekiya xwe ya berxwedêr hatin...
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Dayika wê wiha qîr kiribû “Li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene” ji bo polîsên li ber derî. Her çiqa got “rê bidin, ez dixwazim keça xwe bibînim” jî destûr nehat dayîn. Ew, Kurd bûn loma bûn şahidên her cure zilmê. Di salên 90’î de ji welatê xwe koçber bûbûn û hatibûn Îzmîrê. Mala xwe, welatê xwe li pişt xwe hiştibûn û bi têkoşînê xwe li jiyanê digirtin. Zilm dihat zanîn, êşa wî dijwar bû lê vê carê ji hemû deman girantir bû. Vê carê zilmê keça wan, ji wan girtibû. Ji bo dayika ku digot “kenê wê her dem li ber çavên min e” tenê sûretên Denîz man...
Di 17’ê Hezîrana sala 2021’ê de Denîz Poyraz ji ber ku dayika wê ya endam û xebatkara partiyê Fehîme Poyraz, ameliyat bûbû, li şûna dayika xwe çûbû avahiya HDP’ê ya Îzmîrê. Denîz hem dişixulî di warê aborî de bi malbata xwe re dibû alîkar, hem jî têdikoşiya. Wê rojê di demjimêr 11:05’an de bi êrîşa kujer Onur Gencer, hat qetilkirin.
Dema ku êrîş pêk hat, li ser tabeleya avahiya HDP’ê pankartek daleqandî bû li ser wiha dinivîsand: “Di sê mehên destpêka sala 2021’ê de 88 jin hatine qetilkirin. Dema ku Denîz li pişt wê pankartê bi tena xwe bû Onur Gencer ê kujerê Denîz poyraz di yekemîn îfadeya xwe de bi hesteke dijmirovî wiha gotibû: “Ez ne poşman im, min dilê xwe rehet kir.” Di her firsendê de qala vê yekê kir ku çawa li hemberî Kurdan xwedî kîn û hêrsekî dermirovî ye. Onur Gencer her çiqas di îfadeyên xwe de destnîşan kiribe ku wî ev yek bi tena xwe pêk aniye jî rast nebû.
Piştî qetilkirina Denîzê weke ku dayika wê jî bilêv kir bi hezaran jinan soz dan ku xwedî li têkoşîna Denîzê derbikevin. Navê zarokên ku nû hatin dinê kirin Denîz...
Salek di ser qetilkirina Denîz re derbas bû
Li ser qetilkirina Denîzê re salek derbas bû lê di pêvajoya derbasbûyî de piştperdeya vê bûyera hovane nehat ronîkirin. Di dozê de gelek rastî hatin veşartin. Di 3’emîn danişîna dozê de ji derveyî kujer Onur Gencer kesên ku têkiliyan wan bi bûyerê re hebû nehatin aşkerekirin. Daxwazên di vê mijarê de nehatin pêkanîn, heta li gel vê hat xwestin ku ev bûyer mîna bûyereke munferît bê nîşandan û ser komkujiyê bê girtin.
Li dijî vê rewşê bi hezaran kes xwedî li doza Denîz Poyraz derketin û 600 parêzeran welaket dan dozê. Serdozgeriyê di îdianameya ku adame kir de biryar da ku kujer Onur Gencer vê komkujiyê bi tena xwe pêk aniye û lêpirsînê kûrtir nekir. Mînakek ji vê; Onur Gencer 27 caran bi riya telefonê li emniyeta Îzmîrê geriyaye lê ev yek nehat lêkolînkirin. Nasnameyên faşîst û leşkerên ku pê re di nav têkiliyê de bûn, nehatin lêkolînkirin.
Ji bo 4’emîn danişîna ku wê di 18’ê Tirmehê de bê dîtin parêzer vê yekê hêvî dikin ku kujer bê salona danişînê û ew jî der barê bûyerê de pê pirsan bikin.