Roja 468’emîn: Cejna hemû bavên ku xwedî li zarokên xwe derdikevin pîroz be
Malbata Şenyaşar, di 468'emîn roja têkoşîna xwe ya edaletê de îşaret li Roja Bavan kir û ev parvekirin kir: “Hecî Esvet bavek bû. Herî dawî ji bo dîtina zarokên xwe çû nexweşxaneyê. Carek din venegeriya.”
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 468’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber ku dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Di hesabê medyayê ya malbatê de bi wesîleya Roja Bavan wêneyê Hacî Esvet Şenyaşar ê hat qetilkirin hat parvekirin. Di parvekirin de wiha hat gotin: “Hecî Esvet bavek bû. Herî dawî ji bo dîtina zarokên xwe çû nexweşxaneyê. Carek din venegeriya. Heta cihê gora wî jî bû mijara lêpirsînê, lê kes pirsa kê kuştiye pirs nekir…" Bi hathaga #BabalarGünü wiha hat nivîsandin: "Roja bavan li hemû bavên ku bêsûc di girtigehê tên ragirtin û di rojên dijwar de xwedî li zarokên xwe derdikevin pîroz be.”