Li Heseke Hefteya Hunerî destpê kir

Bi dirûşmeya “Bi deng û awazên resen, 50 saliya PKK’ê emê bi serkeftinê misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin” Tevgera Çand û Huner, Serdem û Hîlala Zêrîn hefteyek hunerî li dar xistin.

Hesekê – Bi dirûşmeya “Bi deng û awazên resen, 50 saliya PKK’ê emê bi serkeftinê misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin” duho Tevgera Çand û Huner, Serdem û Hîlala Zêrîn hefteyek hunerî li Gulîstana  Kawa ya taxa Miftî a bajarê Hesekê li dar xistin. Hefteya Hunerî bi deqeyek rêzgirtin des pê kir.

Bi navê Tevgera Çand û Huner Mihemed Hacî diyar kir ku êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê gelê herêmê hedef dike û wiha got: “Em wekî hunermend û hemû xebtkarên Rojava piştgirî didin xelkên Başûrê Kurdistanê. Dijminê me yek e, emê bi yekîtiya xwe bersiv bidin û dagirkeriyê têk bibin.

“Emê bi çanda xwe bersiv bidin”

Endama Rêvberiya Hilala Zêrîn Yasmîn Xelîl wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk yek armancî ye, qirkirina gelê herêmê û guhertina demografî ye. Emê bi dengê û çanda xwe bersiv bidin û xwedî li nirxê şoreşê derkevin. Êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewama komploya li ser gelê Bakûr û Rojhilatê sûriyê ye.”

Piştî axiftinan koma Hilala Zêrîn a mozîkê, Koma Serdem ya Mozîkê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Roja yekem a hefteya Hunerî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.