Jinên Zirganê: Tu bendewariya me ji Amerîka û Rûsyayê tune ye, em bes î xwe ne

Li dijî gefên nû, sûc û binpêkirinên ku dewleta tirk a dagirker, jinên ciwan, saziyên tenduristiyê û dayikên ji Zirganê nerînên xwe anîn ziman.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Êrîş û şerê li Sûriyeyê di navbera hêzên herêmî û cîhanê de tê kirin, krîzê kûrtir dike û ji aloziyê re çareserî nayê dîtin. Di nav de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li vê herêmê ne tenê hêzên herêmî lê belê hêzên cîhanî jî bi rengekî veşartî şer li dijî projeya Neteweya Demokratîk dikin û hewl didin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Lê li vir gel stûna vê şoreşê ne, ew bi xwe li hemberî hemû rengên êrîşan têdikoşin û destkeftiyên xwe diparêzin. Li dijî gefa dewleta tirk ji bo dagirkirinê ciwan, jin û dayikên navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.

"Dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye dive her kes rabe ser piyan"

Jina ciwan Nesrîn Mihemed got ku dagirkirina axê nayê qebûlkirin û wiha domand: "Ger ku Erdogan difikire bikeve axa me û wê qirêj bike, bila xewn û xeyalan nebîne ji ber ku em wekî ciwan vê yekê qebûl nakin. Gelê me li vir li ber xwe dide, ji lewre gotina wan jî ew e em bajarê xwe vala nakin da ku dagirker derbas nebin. Daxwaza Erdogan tunekirina Kurdan e lê Kurd tune nabin. Ewqas xwîn hat rijandin Kurd tune nebûn, wê demê ji îro û şûnde jî tune nabin. Heya ku ciwanek ji me bimîne, em ê nehêlin ku Erodgan û çeteyên xwe derbasî axa me bibin. Bajarê ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, ne mumkun e bi hêsanî were dagirkirin. Bi êrîşên dagirkirinê hewl didin hêza ciwanan bişkînin. Şervan di çeperên şer de ne, ciwan li taxan in, em bi hev re hêzek in û hêza me nayê şikandin. Dem dema ciwanan e êdî dema parastina destkeftiyên şoreşê ye dive her kes rabe ser piyan."

"Divê Rûsya û Amerîka li dijî binpêkirinên dagirkeran ên li herêmên me bi helwest bin"

Dunya El-Firêh a ku di beşa tenduristiyê de dixebite wiha behsa sûcên dewleta tirk kir: "Ji ber êrîşên dagirkeriyê gelek sazî û navend hatin topbarankirin, mal û milkên sivîlan hatin hilweşandin. Êrîş dikaribû bandorê li hinek malbatan û avahiyan bike lê nikaribû ku li sekn û vîna me bike ji lewre heya dawî jî em hene û em ê li ber xwe bidin. Ruxmî ku Navenda me ya tenduristiyê hatiye topbarankirin jî lê hê endam û hemşîre lê dimînin û karên xwe berdewam dikin. Her navend ne wekî navenda tenduristiyê ye, ji ber wê jî dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike. Ji ber ev navend tenê heye li Zirganê û dema ku mirov birîndar dibin em li wir wan derman dikin. Ji ber vê yekê ye, navenda me ya tenduristiyê kirin hedef û xwestin me di aliyê derûnî de têk bibin lê wekî ku wî dixwest nebû. Ez bang li hêzên garantor Amerîka û Rûsyayê dikim ku bi erkên xwe ve rabin û van binpêkirinan bidin rawestadin. Her wiha divê ku ev hêz van êrîşan bi xemsarî negrin dest û bi çavekî biçûk li wan nenihêrin."

"Ez ê li kêleka şervanên xwe bim xwarinê ji wan re çêbikim û alîkariyê bidim birîndaran"

Dayika Selwa Mihemed jî wiha got: "Ger ku şerek derkeve, wekî dayik ez ê li kêleka şervanan bim, li nexweşxaneyê alîkariyê bidim şervanên birîndar, çêkirina xwarinê be çi be ez ê bikim. Ger ku were xwestin em ê li kêleka çêkirina xwarinê, taxên xwe jî biparêzin. Me êrîşî dewleta tirk û çeteyan nekiriye ji lewre ger ku ew êrîşî me bikin em ê bi her awayî li ber xwe bidin."

"Em bi vîn û têkoşîn sekna xwe raber dikin û bendewarî tu hêzê nîn in"

Selwa Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Lê ez dixwazim balê bikşînim ser hêzên garantor Amerîka û Rûsyayê. Ji derveyî ku li ser van riyan diçin û tên û dewriye davêjin, me tu helwest ji wan nedîtiye. Ji destpêkê ve me pişta xwe nedabû van hêzan, pişta me bi şervanên me xurt e. Em jî ne li benda wan in ku werin me biparêzin, em û hêza xwe ya leşkerî dikarin xwe biparêzin û wê serkeftin jî para me be bêguman. Tu bendewariya me ji hêzên derve tune ye, em bes in."