Canan Coşkun: Dixwazin bi girtinê rojnamegeran bitirsînin

Rojnamegerên endamên DÎSK Basin Îş'ê ji bo piştgirîdayîna 16 rojnamegerên girtî hatin Amedê. Ji rojnamegeran Canan Coşkun, wiha got: “Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bitirsînin. Ji ber vê yekê divê em rojnamegeran û pîşeya xwe biparêzin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji 22 kesan 16 rojnameger ku di 8'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dimeşîne de hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Dema ji çapemeniya cîhanê bertek li hemberî binçavkirinan didomîne, rojnamegerên endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Basin-Îş’ê jî duh ji bo hevgirtina bi rojnamegerên bajêr re hatin Amedê. Rojnamegerên endamên Sendîkayê ku diyar kirin bi van girtinan dixwazin rojnamegeran bitirsînin, peyam da ku ew ê bi her awayî pîşeya xwe biparêzin. Rojnamegerên ku piştî li bajer hin serdanan pêkanîn, beşdarî daxuyaniya ji bo rojnamegerên girtî hat dayîn bûm, da zanîn ku li vir li gel hevpîşeyên xwe girtî cih digrin û destnîşan kirin ku ew e şopdarên pêvajoya darazê ya berdewam bin. Ji rojnamegerên ku ji bo hevgirtinê hatin bajêr Canan Coşkun, diyar kir ku ew ji bo parastina heqîqetê û mafê agahdarbûna gel hatine Amedê.

“Em li gel hevalên xwe ne”

Canan Coşkun armanca serdanên xwe bi van gotinan kurt kir: “Em ji bo 16 hevalên xwe yên rojnameger ên hatin girtin hatin li vir. Em dizanin ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin. Em vana ji pirsên dozger jî fêm dikin. Di pirsan de pirsên rojnamevan nûçeyên xwe çawa amadekiriye û pirsên der barê tercihên wê/wî yên ziman û edîtoryal de hene. Em jî ji bo parastina rojnamegeriyê hatin li vir. Em ji bo parastina heqîqetê û mafê agahdarbûna gel ji Stenbolê rê ketin û hatin li vir. Bi rastî dibe ku mesafe dirêj be, lê dema ku em hatin li vir tişta ku me armanca kir hin zêdetir mezin e. Her gava ku ji azadiya çapemenî û ramanê tê avêtin, tarîtiyek ku dê me mehkûmî tarîtiya hin zêdetir bike ye. Ji bo ev tarîtî hin zêdetir nebin em li gel hevalên xwe yên hatine girtîne ne.”

“Hikûmeta AKP'ê di qonaxa krîtîk de êrîşî Kurdan dike"

Canan Coşkun bal kişand ku rojnamegerên Kurd di her pêvajoyê de tên hedefnîşandan û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê kengî li welat di qonaxeke krîtîk de derbas dibe, pêşî êrîşî siyasetmedarên Kurd, gelê Kurd û rojnamegerên Kurd dike. Ji ber ku dizanin ew ê ji aliyê muxalefeta sereke ve tenê bên hiştin û wan weke yên herî qels dibînin, bi vî rengî êrîş dikin. Me di her operasyonên bi vî rengî tên kirin de azadiyên xwe yên pir mezin winda kir. Mînak me mafê xwe yê hilbijartin û hilbijirînê winda kir. Selahattîn Demîrtaş bi salan e di girtîgehê de ye. Li vir jî heman tişt tê jiyîn.”

“Bi girtinan dixwazin rojnamegeran bitirsînin”

Canan Coşkun destnîşan kir ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê pêwîst e hemû beşên civakê li gel rojnameger hatine girtine bibin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rojnameger tên girtin û di rastiya xwe de krîmînalîzekirina xebatên rojnamegeriyê tên asayîkirin. Îro ji hempîşeyên me yên li vir e, sibê dibe ku heman tişt li me jî were kirin. Bi girtinan dixwazin rojnamegeran bitirsînin. Ji ber vê yekê divê em rojnamegeran û pîşeya xwe biparêzin. Divê hemû muxalefet wan biparêze.”