Kombûna Jinên Zenobiya ji bo pêşîlêgirtina zecawa zarokan 12 rêzecivînan lidar xist

Kombûna Jinên Zenobiya di çarçoveya kampanpaya xwe ya bi dirûşmeya “Emê bi rêxistinbûn û perwerdehiyê şoreşa civakî pêk bînin” 12 civînan lidar xist.

Minbic – Kombûna Jinên Zenobiya bi dirûşmeya “Emê birêxistibûn û perwerdehiyê şoreşa civakî pêk bînin” ji bo pêşîlêgirtina zewaca zarokan û pirgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Kombûna Jinên Zenobiya li ser bingehê rêzecivînên ku dabû destpêkirin, îro civîna xwe ya 12’êmîn a bi jinan re lidar xist.

Ofîsa Minbicê ya Kombûna Jinên Zenobiya ya Bakûr û Rojhilatê Surî di çarçoveya “emê birêxistinbûn û perwerdehiyê şoreşa civakî pêk bînin” bi alîkarî û piştgiriya Komîteya Jineolojî ya Minbicê îro 12 rêzecivînan lidar xist.

Xalên sereke yên civînên ku hatin lidarxistin pirsgirêkên civakî yên herî kûr, pêşniyarên çareseriyê û ji holê rakirina van pirsgirêkan de rol û mîsyona li ser milê jinan bû. Di civînê de her wiha mijarên mîna diyardeya xwekuştinê, cûdkariya zayendî û zayendparêziya civakî hat rawestin û nîqaşên kûr li ser mijarê hatin meşandin.

“Armanca van civînan birêxistinkirin û perwerdekirin e”

Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojî Fatîma Al-Abbas ya ku berdarî civînan bû derdarê civînên hatin meşadin de wiha got: “Kombûna Jinên Zenobiya bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî yên mîna zewaca zarokan, pirhevjînî û gelek pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin rêzecivînan lidar xist, ev civîn bi armanca pêşxistina zanebûnê ye.” Fatima Al-Abbas derbarê pêjirandina pirsgirêkên ku di civînê de hatin ser ziman de wiha got: “Ji jinan bertekek erenî hat, ji ber diyardeyên ku di civînê de hatin ser ziman rastiya ku di nav de dijîn vedibêje.”

Zemzam Al-Abdullah a beşdarî civînê bû wiha got: “Bêyî ku encamên neyînî bên jiyîn ji bo pirsgirêkên ku jin bêyî ferq bikin di nav de dijîn lidarxistina civînên bi vê rengê pir girîng e. Bilindkirina asta zanebûna jinan, ji bo ji holê rakirina diyardeyên bi vê rengê gelek girîng e.” 

Dê heya 9’ê Tirmehê berdewam bike

Kombûna Jinên Zenobiya ji bo bidawîkirina pirsgirikên ku tên jiyîn bi dirûşmeya “Emê bi rêxistinbûn û perwerdehiyê şoreşa civakî pêk bînin” kampanyaya xwe ya ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina jinan  ragihandibû û destnîşan kiribû ku dê heyanî 9’ê Tirmehê rêzeçalakiyên xwe berdewam bike.