Kiryarên êrişa zayendî li şûna cezayê, tên parastin û tayînkirin!

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê êrişên zayendî, kuştin û qetlîamên li ser jinan tê ferzkirin ji ber polîtîqayên li ser jinan tên meşandin her ku diçe zêdetir dibe. Li şûna cezakirina kûjer û êrişkaran, ji aliyê meqam û merciyên dewletê ve tên parastin!

Şirnex –Li navçeya Qileban a Şirnexê li Dibistaneke seretayî hatibû îdakirin ku mamoste Omer Kaçak li xwendekara zarok bi caran êrîşa zayendî kiriye. Ji bo buyera ku di 21'ê Adarê de piştî zarokê ji rêveberiya dibistanê re ragihandibû derketibû holê, derbarê mamoste Omer Kaçak de lêpirsîna îdarî nehatibû destpêkirin, tenê ya edlî hatibû destpêkirin.  

Li gor agahiyan derket holê ku Omer Kaçak ê ku hat îdakirin li xwendekara zarok êrîşa zayendî kiribû, tayînî dibistaneke din hatiye kirin.  

Jina ciwan a 16 salî gelek caran rastî êrişê hatiye!

Herwiha Zaroka 16 salî di îfadeya xwe de jî  diyar kir ku gelek caran ji aliyê Omer Kaçak ve êrîş lê hatiye kirin. Lê êrîşkar Omer Kaçak di îfaeya xwe de zarok derwekar derxistibû, îdayên derbarê xwe de red kiribûn.   Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat îdîakirin ku Omer Kaçak berê jî li gelek zarokan êrîşa zayendî kiriye. 

Li dibistanek din li ser peywirê ye!

Derbarê Omer Kaçak de li ser gişiyê zarokê  lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin, lê hat îdakirin ku ji ber zextan giliyê hatiye kirin jî paşve hatiye kişandin lêpirsîn û di 1'ê Nîsanê de lêpirsîn bi bêşopandinê bi encam bû.  Omer Kaçak ê ku derbarê wî de tu lêpirsîna îdarî nehat destpêkirin jî derket holê ku tayînî Dibistaneke din a li Qilebanê hatiye kirin.