Li Ciwanro krîza avê

Jinên Ciwanro diyar kirin ku li Ciwanro pirsgirêka cidî ya avê heye û pirsa “Çima hinek tax bi rojan bê av dimînin, lê belê hewzên vîlayan tije av e û tanker di demên xwe de nayên? ” kirin.

SOMA KEREMÎ

Ciwanro – Li Ciwanro di nava pirsgirêkan de bê avî ya herî xuya ye. Qûtbûnên ceyranê jî krîzek nû bi xwe re anî, lê belê protesto herî zêde ji ber kêm aviyê ye. Her havîn gund û taxên wek Saadî, Şura û Maksan-Mehr li hember bêaviyê têdikoşin. Lê îsal ev krîz hemû bajar dane ber xwe. Ev ne tenê pirsgirêkek teknîkî ye, encama rêveberiya xirab û bê planiyê ye jî. Bi rojan texek bê av bimîne, ev nîşan dide ku an şebeke xelet hatiye girêdan, yan di belavkirinê de ne bê edaletî heye, yan jî ava gel ji bo projeyên taybet bikar tînin. Ev derbeyek ne tenê li jiyanê, her wiha li rûmeta mirovatiyê ye jî. 

Sê rojan av nebû

Tahmîne ya ku li taxa Şûra rûdine, diyar kir ku ji ber bêaviyê tengezar bûne û wiha got: “Sê rojan dilopek ava me nebû. Ji bo pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi bîdonan em ji parqê yan jî malên nas avê tînin. Dema hevjînê min nebû ez neçar dimam van karan bikim û pişta min diêşiya. Tevî van hemûyan tanker jî nedişandin. Beriya krîzê jî di mehên havînê de me tenê dikarî çend saetan av bigrin û me jiyana xwe bi ava tankeran domand. Lê belê li taxên wek Behdarî û Helanî av qût nebûye, ev jî tê wateya cûdahî û tune hesibandina dengê wan.”

‘Dema av tê avahiyan ceyran qût dibe’

Tahmîneya bal kişand ser pirsgirêkek din jî û da zanîn ku li avahiyan dema av tê, ceyran diçe û pompe naxebitin. Tahmîne got ku dema wisa dibe jî av tenê digihîje qata xwarê û hawara xwe bi van gotinan anî ziman: “Ev rewş ji bo malbatên bi zarok û extiyar, dibe êş. Niha av buha bûye, ez şerm dikim herim mala hin kesên din avê bînim. Heta hinek parq jî bê av dimînin û çîmen hişk dibin. Lê belê hewzên vîllayên bi çend milyaran, tije av e. Çima tanker di demên xwe de nayên? Çima civînên krîzê tenê di gotinan de dimînin? Ya herî girîng çima tu rayedar hesab nadin?

Di vîlla û rezxaneyan de girêdanên qaçax

Li derdora Ciwanroyê çêkirina vîlla û rezxaneyan (malên havînê) zêde dibin, lê belê pirsgirêka bingehîn girêdanên qaçax ên avê ye. Kesên bi nifûs tu destûrek nastînin, tenê bi dayîna pere mafê gel dikirin. Lê belê hinek malbat li hember bêaviyê têdikoşin. Çavkaniya avê, ji bo tijekirina hewzan, avdana baxçeyan û şûştina erebeyan xerc dikin. Ev rewş sembola bê edaletî û bê kontroliyê ye. Li bermaberî vê tabloyê bêdengmayîn, hem bînesaziyê dihelîne, hem hestên gel ên edaletê tune dike. Ji derveyî vê, projeya avê ya birina tunelan ji bajarê wek Banî Lewan heta Serpol Zahab, çavkaniya ava li herêma Uramant paşguh dike, ji bo hawirdorê gefek mezin ava dike. Nebûna rêbazek domandinê û li berçav negirtina guherîna avhewayê, çavkaniya ava  herêmê ber bi tunebûnê ve dibe.

Gundek ku ji 2019’an heta niha krîza avê dijî

Hana Ahmedî ya ji gundê Sefîabad e jî, derdê ku ji ber tunebûna avê dikşînin vegot. Hana diyar kir ku ji bo wan bê avî êdî ne demsalî ye, bûye perçeyek jiyanê û wiha berdewam kir: “Nifûsa gund zêde bûye, lê belê tu depoyên nû nehatine çêkirin. Depoya berê ji bo 160 malbatan hatibû çêkirin, niha jî neçar e ku têra nifûsa 10 qatê vê nifûsê bike, lê belê têr nake. Her roj avahiyên şeş, heft qat tên çêkirin, destûra fermî tenê ji bo sê qatan heye. Gelek kes pere didin meclîsa gund û muxtar, destûra qatên zêdetir distînin û bi temamî bê ruxsat ava dikin û di van înşaatan de ava bajar bikar tînin. Ava ku bêyî dayîna gel diçe betonê. Ji van înşaetan dahatek mezin bi dest dixin. Em li bendê bûn ku hinek ji vê dahatê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bê xerckirin. Lê belê tu gav nayên avêtin.”