Leyla Qereman: Diyaloga navxweyî bingeha ji nû ve avakirina Sûriyeyê ye

Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman, da zanîn diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bingeha ji nû ve avakirina Sûriyeyê ye û banga xurtkirina aramiya civakî û avakirina pirên baweriyê di nav hemû pêkhateyên Sûriyeyê de kir.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, di civîna nîva salê ya Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya li bajarê Reqayê de destnîşan kir ku divê xebat li ser siyasetên diyalog, aramî û yekitiya nîştîmanî yên MSD'ê were kirin.

‘Divê jin û saziyên siyasî xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin’

Leyla Qereman, diyar kir ku jinên Sûriyeyê û herêm bi tevahî li hemberî zehmetiyên mezin in û ji bo vê qonaxê analîzeke kûr ji bo rewşa siyasî ya Sûriye û Rojhilata Navîn pêwîst e.

Leyla Qereman, da zanîn hemleyên provakasyonan bi rêya ragihandinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin û ji bo wê divê jin û saziyên siyasî xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

‘Em destkeftiyan biparêzin’

Leyla Qereman, axaftina xwe wiha domand: "Pêwistiya me bi ji nû ve rêzkirina belgeyan li gorî vê qonaxê heye. Ew jî qonaxa piştî peymana Sayks-Pîko ye. Hewldan hene ku Rojhilata Navîn ji nû ve were sazkirin. Divê em bizanin kê qezenc kiriye û kê zirar kiriye. Em destkeftiyan biparêzin. Bi taybetî destkeftiyên ku jinên Sûriyeyê bi dest xistine."

Leyla Qereman, destnîşan kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bingeha ji nû ve avakirina Sûriyeyê ye û ji ber wê divê pirên baweriyê di nav pêkhateyan de werin avakirin û aramiya civakî were xurtkirin.

Leyla Qereman, piştgiriya şêniyên Suweydayê kir û bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir ku deriyê diyalogê bi hemû herêm û pêkhateyan re veke û jin di nivîsandina rûpela nû ya dîroka Sûriyeyê de beşdar bibin.