Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakvanên çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê bê westan û rawestan ev nêzî du salane ji bo mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd di nava çalakiyê de ne. Çalakî bi koma 142’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 142’emîn, di roja 727’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin di şexsê cangoriyên berxwedana 14’ê Tîrmehê de ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 141’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Ji bo derbasbûna qonaxek nû çek hatin îmha kirin’

Qedrî Şirîşeyî bal kişand ser geşedanên ku di demên dawî de rû dane û ev tişt anî ziman: “Ev du sal temam dibin ku em li dijî tecrîdê dinava çalakiyê de ne. Herwiha dinava hefteyê de gelek pêşketin rû dan. Yek ji wan piştî 26 salan dîmenê Rêbertî dîtin bû. Wek gelê Kurd me keyfxweşiyek mezin jiyankir. Herwiha çalakiya dîrokî ya gerîla ya şewitandina çekan jî bandorek mezin çêkir. Ev yek bi armanca derbasbûna qonaxek nû bû. Ev pêşketinên rû dan bandorek mezin li ser gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê çêkir.”

‘Divê dewlet gavan bavêje’

Qedrî Şirîşeyî qala erk û berpirsyariyên dewletê kir û got: “Îro tê xwestin li hember Rêbertî û me ji aliyê dewletê ve gav bên avêtin û qanûn bên sererastkirin. Ser vî esasî em wek xelkê li wargehê ji herkesî zêdetir dixwazin bi Rêbertiyek azad û gelê xwe re azad bijîn.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 142’emîn û dirûşmeyan dawî bû.