HTŞ ya cîhadîst ket nav bajarê Suweydayê

Wezareta Karê Hindir a rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, ragihand ku hêza leşkerî ya girêdayî wan ketine Suweyda, li bajar qedexeya derketinê ragihandine.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ku piranî ji gelê Dûrzî pêktê sê roj li pey xwe hişt. Hate diyarkirin ku artêşa girdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dest bi ketina bajar kirine. Li herêmê qedexeya derketinê hatiye îlan kirin. 

Wezareta karê hindir ya rêveberiya demkî ya Heyet Tahrir El Şam ya Cîhadîst, ragihand ku hêzên leşkerî yên girêdayî wan ketine Suweydayê û li bajar qedexeya derketina derve îlan kirine. Ehmed El Dalatî ku hikumeta demkî ew weke Fermandarê Ewlehiya Hindir ya Wîlayeta Suweydayê tayîn kiriye diyar kir ku hêzên Şamê ji bo ewlehiya bajar û parastina sivîlan ketine bajar. Ehmed El Dalatî da zanîn ku ji  saet 08:00’ê siharê ve qedexeya derketina derve îlan kirine.

Banga radestkirina çekan

Têkildarî mijarê serokê Ruhanî yê Kombûna Durziyan daxuyanî da, diyar kir ku hêzên Şamê ketina bajar erê kirine, bang kirin ku hemû komên bi çek hevkariyê bikin û çekên xwe radestî Wezareta Karê Hindirîn bikin. Di daxuyaniyê de banga sekinandina xwîna dirije hate kirin.