Komun ruhê komunal û jiyana demokratîk a civakî nîşan dide
Komun li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke girîng di yekgirtina civakê de dilîzin û armanca wan parastina hevgirtina civakan e.

NORŞAN EBDÎ
Kobanê – Komun armanc dike ku pergalek ji takekesên azad û jiyana civakî ya demokratîk re ava bike. Li gorî naveroka projeya Neteweya Demokratîk, avakirina komunan wek gaveke girîng di destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk û avakirina Rêveberiya Xweser de tê hesibandin. Ev proje li dijî pergala dewleta neteweyî û desthilatdariya navendî ye.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistin bi yekîneyên civakî yên herî biçûk weke "komun" tên zanîn, dest pê dike. Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komunan weke yekîneya rêxistinî û girîng di civakê de dibîne. Li ser vê bingehê, gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ya civakî ya azad û demokratîk li gorî pergala komunan her wiha akademî, sendîka û meclîsan birêxistin dikin. Ev şêweyek rêxistinê û prensîbeke bingehîn a demokrasiyê ye. Komun weke navendek ji bo biryardayîn û rêveberiyê tevdigerin û di qonaxa biryardayînê de weke dezgehek serbixwe tên hesibandin.
'Komun ji bo perwerde û rêxistinkirina civakê ne'
Hevseroka Komuna Şehîd Ebdo li bajarê Kobanê Hêva Mustafa dibêje ku bi destpêkirina şoreşê re, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pergala neteweya demokratîk dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Avakirina komun û encumenan li tax, bajar û gundan yek ji gavên pêşîn û girîng ên şoreşê ye û got: "Komun kombûneke gelêrî ye ku li ser rêxistin û hişmendiya rewşenbîrî di nava tax, gund an bajarekî de ava dibe û xebata wê li ser hebûna endamên civakê ye. Ji ber vê komun weke navika yekem a civaka demokratîk tê hesibandin. Kesên di komunan de kar dikin dikarin biryarên têkildarî bajar, çarenûs û jiyana xwe bigrin. Komun ji bo rêxistinkirina civakê dixebitin, pirsgirêk û astengiyên ku civak û jin bi wan re rûbirû dimînin lêkolîn dikin û li riyên çareseriyê digerin."
'Her ferdek cih di komunan de digre'
Hêva Mustafa der barê girîngiya xebatên komîteyên komunan de wiha got: "Her komunek ji komîteyan dihewîne, di nava wan de parastin, perwerde, dad, aborî, jin, jîngeh, têkiliyên civakî, ciwan, tendurustî, lihevhatin û yên din hene. Ev komîte ji bo pêşxistin û perwerdekirina civakê dixebitin. Bi riya komîteyên xwe komun di yekgirtina civakê de roleke girîng dilîzin. Erka wan ew e ku ne tenê li bajaran, li gund û kampan jî vê yekîtî û hevgirtinê di navbera gelên herêmê de biparêzin. Her wiha komunên serbixwe jî hatine damezrandin ku erkê wan rêxistinkirina jin, ciwan û civakê bi giştî ye."
Hêva Mustafa tekez kir ku hemû pêkhateyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava komunan de cih digrin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Gelên herêmê yên ku bi bêcezakirin û komkujiyan re mane, heq dikin ku di bin sîstemeke nû de demokrasiyê pêk bînin. Komun platformek e ji bo daxwaza mafan. Ev şêweyê rêveberiyê modelek ji bo xwerêveberiya civakî û dûrî desthilatdariya navendî ye."