Mînaka hêza jinan a di siyasetê de: Şoreşa Rojava

Şoreşa Jinên Rojava stratejiyeke berfireh dimeşîne ku armanc dike jinan di warên civakî, siyasî û aborî de bi rêya komunan bihêz bike.

VIYAN LÊGERÎN

Bêyî pabendbûna bi îdeolojiyekê, ne siyasetek kêm-zêde hevgirtî dikare were formulekirin, ne jî amûrên têkoşîna siyasî dikarin di nav sîstemekê de werin entegrekirin. Bi kurtasî, îdeolojiya azadiya jinan berhema pêdiviyekê ye. Peyva "azadiyê" ne peyvek hêsan û bêhemdî ye; ew têgehek e ku dikare hêvî û heyecanê bide jinan, hemû xewnên wan dikarin tê de werin hunandin. Her çend di destpêkê de Îdeolojiya Azadiya Jinan tenê weke jinan dihewîne xuya bike jî, ne wisa ye. Ew ne îdeolojiyek tenê zayendî ye, ne jî nêrînek femînîst e. Îdeolojiya Azadiya Jinan, çareseriya ji bo hemî pirsgirêkên civakî ye. Îdeolojiya Azadiya Jinan alternatîfek li hemberî hemû îdeolojiyên berê yên ku ji hêla Desthilatdariya Mêran ve bi awayekî mohrkirî hatiye destnîşankirin e.

Rolên zayendî yên ku di civakê de hatine destnîşankirin

Dema ku em faktorên ku rê li ber beşdarbûna çalak a jinan a di qadên jiyanî û siyasetê de lêkolîn dikin, em dibînin ku ew bi bingehîn ji yên ku rê li ber beşdarbûn û pêşketina jinan a di çalakiyên din ên giştî de digirin nayên veqetandin. Di nav van faktoran de ya sereke rolên zayendî yên ku di civakê de ji jin û mêran re hatine destnîşankirin û li gorî van rolan şekildana qadên giştî û taybet e. Faktorek din jî hêza serdest a mêran a di siyasetê de û berxwedana li hember berfirehkirina qada taybet a ku bi kevneşopî ji jinan re hatiye destnîşankirin, ango rola navmalî ye. 

Hêza jinan a di siyasetê de û dînamîkên guherîna civakî

Pirsgirêkên jinan li çar aliyê cîhanê rasterast belav bûn ku ev bi pêşketina kapîtalîzmê ve girêdayî ye. Şert û mercên siyasî pirsgirêkên jinan bêtir eşkere kirine. Entegrasyona kapîtalîzmê di nav sîstema neolîberal de bûye sedema guhertinên mezin di jiyana aborî û civakî ya jinan de. Jin wekî çavkaniyek ji bo hêza kar a erzan tên dîtin, ku ev ji newekheviyên civakî kûrtir dike.

Rola jinan di siyasetê de xaleke werçerxê ye ku dikare di her aliyê civakê de bibe sedema guhertinên radîkal. Beşdarbûna çalak a jinan a di qadên jiyanî û siyasetê de ne tenê prensîbên edalet û wekheviyê xurt dike, di heman demê de pêşveçûna civakî û pêvajoyên aştiyê jî leztir dike. Di seranserê dîrokê de, jin ji ber sedemên cûrbecûr ên îdeolojîk û civakî hatine paşguhkirin, lê dîsa jî ew her gav hêza ajotina guhertinê bûne. Ji ber vê yekê, rola jinan di siyasetê de ji bo hewildanên avakirina cîhanek dadmendtir, hem îro û hem jî di pêşerojê de, hevcedariyek e ku nebe, nabe.

Mifteya veguherîna civakî: Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan

Xurtkirina cihê jinan di siyasetê de ne tenê ji bo bidestxistina edaleta civakî, di heman demê de ji bo zêdekirina dewlemendiya îdeolojîk a civakan jî girîng e. Di seranserê dîrokê de, jinan bi awayên cûrbecûr têkoşîn kirine, ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin û mafên xwe bi dest bixin bedelên giran dane. Ev têkoşîn di cîhanên wêje û hunerê de jî deng vedaye û êşên ku jin dikişînin bi rêya berhemên nivîskî û devkî ji nifşên pêşerojê re hatine veguhastin. Ji "Odeyeke Xwe Bixwe" ya Virginia Woolf bigire heta "Zayendê Duyemîn" a Simone de Beauvoir, rola jinan di civakê de û pêwîstiya guhertina wê hatiye nîqaşkirin. Lê ev yêk tinê bi nîqaşan û pirsgîkan anîna ser ziman ve sînordar maye ango alternatîfek ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinên ku bi hezar salane di bin zilm û zordariya hişmendiya mêrserwerde de ne, nehatiye pêşxistin.

Lê Paradîgmaya Rêber Apo tekez dike ku modernîteya kapîtalîst takekesan parçe dike û civakan hildiweşîne. Ji bo vê modelek civakî ya demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha rizgariya jinan pêşkeş dike. Sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nîşanek vê modelê ye, armanc dike ku civak xwe birêxistin bike û xwe birêve bibe. Ev sîstem bi rêya komun û encumenan îradeya jinan û tevahiya civakê temsîl dike.

Rêxistinkirina girseyî ya jinên demokratîk û zêdebûna jinan di siyasetê de ne tenê edaleta civakî misoger dike, di heman demê de dewlemendiya îdeolojîk û beşdariya demokratîk a civakan jî zêde dike. Hêzdarkirina jinan di siyaset û jiyana civakî de ji bo avakirina cîhanek dadmendtir û wekhevtir girîng e.

Projeya Neteweya Demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweser

Şoreşa Rojava mînakek berbiçav a ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, destnîşan dike ku çawa nêzîkatiyên teorîk dikarin di pratîkê de werin sepandin. Ev şoreş, berovajî kevneşopiya Marksîst-Lenînîst, giringiyek taybetî dide ser rêveberiya herêmî û azadiya jinan. 19'ê Tîrmeha 2012'an jinan çirûska yekemîn a şoreşa xwe pêxistin ku bi salan zihniyeta baviksalarî hewl dida têk bibe û ji holê rake. Lê bi saya têkoşîna domdar û hêviyên nûjen ev şoreş didome û roj bi roj berfireh dibe. Jinan gavên mezin ber bi demokratîkkirina civakê ve avêtin. Bi vê yekê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên azadîxwaz re bû minareyek. Ev şoreş gava yekemîn ku jin di aliyê derûnî û fikirî de amade kir da ku zilma bi salan a ku rejîma Baas, piştre DAIŞ'ê li ser wan ferz kiribû, bi dawî bikin. Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de jinan di hemû qadan de gelek destkeftî bi dest xistin ku weke Şoreşa Jinê tê naskirin. Bi pêşengtiya jinên têkoşer jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên xwe vegerandin ku bi salan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatibûn çewisandin.

Şoreşa Rojava ku tê de rolên civakî yên jinan ji nû ve hatin pênasekirin û civatek li ser bingeha wekheviya zayendî hate avakirin de jin ne tenê beşdarên şoreşê, di heman demê de pêşengên guhertinê bûn. Serkeftinên ku li Rojava hatine bidestxistin, bu îlhamek ji bo tevgerên jinan ên li çar aliyê cîhanê ku beşdarî têkoşîna ji bo wekheviya zayendî dibin. Rola jinan di Şoreşa Rojava de wekî mînakek girîng a dijberiya normên zayendî û beşdarbûna di avakirina pêşerojek wekhevtir de di dîrokê de cihê xwe girtiye. Ev pêvajo hêz û potansiyela jinan di guhertina civakî de nîşan dide.

Azadiya jinan û rêxistinkirina komînal

Rojava herêmek e ku komên etnîkî û olî yên cihêreng lê bi hev re dijîn. Şoreşa Jinê van cudahîyan wekî çavkaniyek dewlemendiyê dibîne û çareserkirina aştiyane ya nakokiyên di navbera civakan de teşwîq dike. Ev rêbazek e ji bo çareserkirina nakokiyan û avakirina aştiyê ku dikare li seranserê cîhanê were şopandin.

Projeya Netewa Demokratîk ji bo têgeha dewleta serdest û dewleta kevneşopî, netewperest û otorîter, alternatîfek siyasî û civakî ye. Bi vê projeyê tê xwestin ku civak bi xwe birêxistin bike û birêve bibe. Ji ber vê yekê ev proje wek modela îdeal a ji bo avakirina civakek azad û demokratîk a li ser bingeha pirrengî, nenavendî, wekhevî, jiyana hevbeş, demokrasî û azadiya jinan tê pênasekirin. Em dikarin weke mînak Pergala Rêveberiya Xweser nîşan bidin.

Sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rêxistina meclîs û komînan hatiye damezrandin. Têgeha sîstema komunal ku stûna sereke ya pergala neteweya demokratîk a ji hêla Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnek bêhempa û nû ye. Komun, li ser bingeha sîstema hevserokatiyê hatine avakirin û îradeya civakê temsîl dikin.

’Rêxistinkirina civakê pêdivî ye’

Pêkanîna sîstema komunal pêwîstiyek lezgîn e ji bo rêxistinkirina civakê li gorî prensîb û pîvanên rêxistinî da ku civakek ahengdar û exlaqî were afirandin ku tê de atmosferek edalet û demokrasiyê serdest be. Sîstema komunal wekî kevirê bingehîn ê avakirina sîstema Rêveberiya Xweser tê hesibandin. Rêxistinkirina civakê pêdivî ye û ev yek pêkanîna têgeha sîstema komunal hewce dike. Li gorî vê komînên di bin mafê civakan ji bo xwerêveberiyê û beşdarbûna di pêvajoyên biryardanê de şaredarî, sîstema hevserokatiyê, Komîteya Jinan, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Aborî, Komîteya Tendûristî, Komîteya Dadmendiya Civakî, Komîteya Parastina Civakî, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Ciwan û Jinên Ciwan komîn û Meclîsên herêmî ve tê pêşxistin.

 1. Zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan: Zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan li Rojava yek ji armancên bingehîn ên şoreşê ye. Komun beşdariya jinan di pêvajoyên biryardanê de teşwîq dikin, dibin alîkar ku temsîliyeta wekhev misoger bikin. Sîstemên kota ji bo jinan hatine pêşxistin, û jin hatine teşwîqkirin ku rola pêşengtiyê bigirin.

2. Bernameyên perwerde û hişyariyê: Şoreşa jinan girîngiyek mezin dide perwerdehiya jinan. Komun bernameyan li dar dixin ku piştgiriyê didin perwerdehiya akademîk û pîşeyî ya jinan. Semîner û komxebat jî ji bo bilindkirina hişmendiyê li ser wekheviya zayendî têne organîzekirin.

3. Hêzdarkirina aborî: Serxwebûna aborî ya jinan armanceke din a girîng a şoreşê ye. Bi piştgiriya avakirina komînan, kooperatîfên jinan û karsaziyên, jin ji hêla aborî ve têne hêzdar kirin. Ev destpêşxerî dihêle ku jin çavkaniyên xwe yên aborî biafirînin û bi awayekî çalaktir beşdarî civakê bibin.

4. Aştiya civakî û dadmendî: Şoreşa jinan bi Rêya Rêxistina Jinan, Kongra Star, zanista Jineolojî ve armanc dike ku aştî û dadmendiya civakî pêk bîne. Komunan mekanîzmayên cûrbecûr pêşxistine, da ku ewlehiya jinan zêde bikin û wan ji tundûtûjiyê biparêzin. Ev yek alîkariya wan dike ku hem di warên taybet û hem jî yên giştî de jiyanek ewletir û wekhevtir bijîn.

Şoreşa Rojava ji bo hemû dinyayê mînakek îlhamê ye

Şoreşa Jinên Rojava stratejiyeke berfireh dimeşîne ku armanc dike jinan di warên civakî, siyasî û aborî de bi rêya komunan bihêz bike. Ev şoreş li ser asta herêmî çareseriyên beşdar û kolektîf pêşkêş dike da ku jin di civakê de xwedî maf û derfetên wekhev bin. Avahiya ku ji hêla komunan ve tê peyda kirin platformek diafirîne ku dihêle jin di hemû aliyên jiyanê de rolek çalak bigirin.

Şoreşa Rojava bi çareseriyên xwe yên nûjen û nêzîkatiyên xwe yên berfireh bala cîhanê dikişîne û ji bo civakên ku li seranserê erdnîgariyên cûda bi pirsgirêkên wekhev re têdikoşin, dibe çavkaniyek îlhamê, hêviyên ji bo edalet, wekhevî û azadiyê zindî dihêle. Veguherîna Şoreşa Jinan a Rojava ji bo tevgereke gerdûnî gaveke girîng e ber bi hêzdarkirina jinan di jiyana civakî û siyasî de. Gihiştina vê armancê hewldanek hişmend û bi biryar hewce dike, ku her kes dikare beşdar bibe, dikare bibe beşek ji têkoşîna jinan ji bo cîhanek wekhevtir û dadperwertir.