Kujerên Hatîce Atalay a 26 sal berê hat qetilkirin, hat pirsîn
Xizmên windayan ku kujerên Hatîce Atalay a 26 sal berê li Pîranê hat qetilkirin pirsîn, bertek nîşanî bêyî pêkanîna lêpirsîneke bi bandor girtina dosyayê jî dan
Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 708’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiya ku xizmên windayan, rêveber û endamên ÎHD'ê beşdar bûn de, wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakiriyan, hatin hilgirtin. Vê hefteyê çîroka Hatîce Atalay a di 10'ê Îlona 1996'an de li navçeya Pîranê ya Amedê hat qetilkirin, hat parvekirin.
“Destûra avdaniyê ji midûriyetê girtin”
Çîroka Hatîce Atalay ji aliyê Endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz diyar kir ku Hatîce Atalay û hevjîne wê 10’ê îlonê di sala 1996’an de di seat 22.00 û 23.00’an de bi hev re diçin baxçeyên sebzeyan ku li hemberî Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pîranê ye av bidin. Firat Akdenîz bi lêv kir ku ciranê wan Hatîce Akkoç jî bi wan re bûye û destûra avdaniyê ji midûriyetê girtin e. Firat Akdenîz anî ziman ku di wê navberê detîmên taybet ên lêşkerî bi çekên giran gule tên reşandin û got: “Di dema gulebaranê de Hatîce Atalay birîndar dibe. Hevjîne wê bi hawar ber bi emniyetê ve diçe û ji wan re dibejê hevjîna min birîndar bûye û dixwaze wê rakin nexweşxanê. Lê li wir polîsek gefan lê dixwe û dibejê, ‘em ê te jî bikujin’.”
“Hatîce Atalay jî wekî kujer ne diyar dimîne”
Firat Akdenîz diyar kir ku heta seat şeşê serê sibehê wan li wir didin sekinandin û Hatîce Atalay ji ber ku nekariye biçe nexweşxaneyê û ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dide. Firat Akdenîz destnîşan kir ku piştî bûyerê û heta niha lêpirsînek bibandor nehatiye destpêkirin û got: “Bijîşk û Serdozgeriya Komarê jî tên cihê bûyerê û piştî ku Hatîce Atalay dibin nexweşxanê cenazê teslîmî malbatê dikin. Emniyet li cihê bûyerê lêkolîn dike û dibêjin ‘me tu qalikên guleyan li cihê bûyerê nedîtin’. Piştre jî Serdozgeriya Komarê ser bûyerê digire. Ji ber ku heta niha lêpirsînek bibandor nehatiye destpêkirin qetilkirina Hatîce Atalay jî wekî kujer ne diyar dimîne.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.