Konferansa "Em bi hev re Mala Jinan a Xezayê ava dikin" pirsgirêkên jinan nîqaş dike

Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşketinê ya Filistînê, bi armanca pêydakirina derfetan a ji bo parvekirina çandî ya di navbera jinan de û pêydakirina çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên jinan li Xezayê konferansa jinan lidar xistin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Bi armanca pêydakirina çareseriyên li zemînê ku xizmeta jinan bikin û li ser pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin nîqaş bikin, ji aliyê Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşveçûn a Fîlîstînê ve bi hevkariya Navenda Çandî ya Îtalyayê li Xezayê konferansa jinan a bi sernavê "Em bi hev re Mala Jinan a Xezayê ava bikin" hat lidar xistin.

Konferansa jinan a ku li Xezayê bi sernavê "Em bi hev re Mala Jinan a Xezayê ava bikin" ku di 4'ê Hezêranê de hatibû lidarxistin, 35 jinên Îtalî û nêzî 120 jinên Fîlîstînî beşdar bibûn.

“Armanc çareserkirina pirsgirêkên jinan e”

Derbarê armanca sereke ya lidarxistina konferansê de, Dektora Meryem Ebû Deqqa da zanîn ku ew hewl didin ku ezmûn û tecrûbeyên pisporan bi amadebûna hin saziyên jinan a bi hev re parve bikin û zehmetiyên ku jin li Xezayê pê re rû bi rû dimînin çareser bikin.

Endazyar Ehlam Ebdilmelik girîngiya peyama konferansê anî ziman û wiha got: "Beşdarbûna min a konferansê derfeteke baş û ezmûneke bê hempa bû, ji bo bihîstina serpêhatiyên jinên din û min ji mêvanên Îtalî pêwendî û piştgiriya wan ji doza Fîlîstînê re dît."

Her wiha endama Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Fîlîstînê Asmahan Ebû Nada wiha got: "Ev civîneke balkêş û cihêreng bû ku tê de nerîneke min li ser çandên Ewropî jî çêbû û min dît ku doza gelê Fîlîstînê bi taybetî doza jinê ji bo mêvanên Îtalî pir girîng e. Ez hêvî dikim ku encamên konferansê di asteke bilind de bin ku xizmet û piştevaniya jinan bike."

“Min keçên Xezayê yên bi hêz û wêrek dîtin”

Martina Mastrovetti ku ji Îtalyayê beşdarî konferansê bibû ji ajansa me re nêrîna xwe ya li ser fikra konferansê parve kir û wiha got: "Ez bi heyeta Îtalyayî re hatim û min keçên Xezayê yên bi hêz û wêrek dîtin, her wiha tevî cûdabûna ziman û çandê, ez bi kesên ku min li vir nas kirin û min li êş û çîrokên wan guhdar kirin kêfxweş bûm."

Derbarê fikra konferansa li bajarê xezayê nûnera Îtalyayê Marie Clavelli da zanîn ku ev demeke dirêj e navend dixwaze danûstandineke çandî di navbera gelê Îtalya û Fîlîstînê de, bi taybetî li Xezayê pêk bîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Navend çalakiyên curbecur pêşkêşî hemû koman dike ku ya herî girîng zarok û jin in. Her wiha piştî qonaxa belavbûna koronayê hinek kêm bû, me biryar da ku çalakiyek taybet ji bo jinên Xezayê bi sernavê “Forûma Jinan a li Xezayê” pêşkêş bikin. Lidarxistina konferansê piştî çend civînên bi saziyên jinan re bi rêka weşana zindî hat lidar xistin."