Jinên Efrînê vegerek bi ewle û bê dagirkerî dixwazin

Jinên ji bajarê Efrînê anîn ziman ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê tifaqa 10’ê Adarê bi cih nayne û gotin ku ew dixwazin bi awayekî bi ewle, bê dagirkeriya dewleta Tirk û bi rûmeta xwe vegerin Efrînê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bu sedem ku bi hezaran niştecihên Efrînê koçber bibin û berê xwe dan Şehbayê. Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di sala 2024’an de birin ser Şehbayê carek din neçar man koçî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Bi geşedanên li herêmê rû didin re Efrînî digel domandina têkoşîna xwe ya azadiyê, li bendê ne ku rojekî vegerin ser axa xwe ya rizgarbûyî. Jinên ji Efrînê li ser ‘vegerek çawa dixwazin’ nêrînên xwe anîn ziman.

Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê û endama  Komeleya Efrînê ya Civakî, Cîhan Hisên di destpêka axaftina xwe de behsa roja ku gelê Efrînê koçber bû kir û wiha got: “Rojeke pir bi êş bû. Piştî berxwedana 58 rojan gelê Efrînê berê xwe dabû Şehbayê, li wê derê jî gelê Efrînê rastî zor, zehmetî û gefên dewleta Tirkiyeyê hat. Piştî 7 salan gelê Efrînê ji Şehbayê berê xwe da deverên Rêveberiya Xweser. Ruxmê zor û zehmetiyan gelê Efrînê bi hêvieya vegerê ye. Li Helebê tifaqek di navbera QSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de çêbû. Benda 6’an a tifaqa ku di 10’ Adarê de çêbû, vegera koçberan bû lê mixabin zor û zehmetî û astengî berdewam dikin. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê xwedî li tifaqa 10’ê Adarê dernakeve. Dewletên hegemon dixwazin xewn û xeyalên xwe di Sûriyeyê de pêk bînin.”

‘Gelek kesên li Efrînê di zindanan de ne pêwist e derkevin’

Cîhan Hisên da zanîn ku gelê Efrînê yê ku bo boneya tifaqa 10’ê Adarê vegeriyaye rastî gelek astengiyan tê û wiha berdewam kir: “Rêveberiya demkî dixwaze bi yekalî Sûriyeyê bi rêvebibe. Heta niha axaftin, diyalog û tifaq di navbera Rêveberiya Xweser, QSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de berdewam dikin. Kesên ku derbasî Efrînê bûye rastî astengî, zehmetî û destdirêjiyê tên. Gelek kesên li Efrînê di zindanan de ne pêwist e derkevin, piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina rêveberiya demkî hê jî gelek kes di zindanan de ne. Em bi hêvî ne ku tifaqa 10’ Adarê pêk were. Ciwan neyên girtin û koçberên Efrînê bi parastin û rûmet vegerin warê xwe. Komîteyên ji 10 kesan hatine avakirin ji bo ku rêveberiya demkî û Rêveberiya Xweser bi hev re derbasî Efrînê bibin lê aloziyên ku hene nehatin çareserkirin. Ji ber ku rêveberiya demkî xwe vekişand û herêm ber bi xerabûnê ve diçe, amadekarî ji hilbjartinan re tê kirin lê hilbijartin li bajarên di bin Rêveberiya Xweser de nayê kirin.”

‘QSD mifteya aramiyê ye ji hemû pêkahteyan re’

Cîhan Hisên destnîşan kir ku Kurd mifteya çareseriya aloziyan in li Sûriyeyê û wiha anî ziman: “Rejîma baasê dixwest Sûriyeyê bi yek rengî bi rêve bibe, niha jî rêveberiya demkî heman tiştî dike. Pêwist e hemû pêkhate bi hev re bijîn li Sûriyeyê. Daxwaza me Sûriyeya pirrengî, demokratîk û tifaqên ku hatine kirin pêwist e pêk werin. Eger aramiyek di hundirê Efrînê de çêbibe wê bandorê li gelek deverên Sûriyeyê bike. Rêveberiya demkî dibêje gere QSD çekên xwe dayne. Çek ji bo parastina gel in, QSD mifteya aramiyê ye ji hemû pêkahteyan re. Pêwist e Rêveberiya demkî xwe berpirsyar bibîne, dest ji bêdengiyê berde û nekeve bin bandora dewleta Tirkiyeyê. Pêwist e tezmînat ji koçberên Efrînê re were dayîn.”

‘Armanc xewn û daxwaza me Efrîn e’

Ji rêveberiya Meclisa Jinên Efrîn û Şehbayê Sewsen Xelîn anî ziman ku jinan li Efrînê berxwedaneke mezin meşandin e got ku ew ê vegerin Efrînê û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi zor û zehmetî heta em ji Efrînê derketin, me li her kolanê biştgiriya zarokên xwe dikir, me berxwedaniyeke pir mezin raber kir ji bo em ji Efrînê dernekevin. Piştî gelek astengiyan em derketin ji Efrînê lê em ê vegerin Efrînê. Li Şehbayê jinên Efrînê di hemû aliyan de cihê xwe girtine, xwe birêxistin kirine û xwe bi pêş xistine. Me biryar da em hatin Qamişloyê lê têkoşîna me berdewam dike em ê Efrînê bistînin. Armanc, xewn û daxwaza me Efrîn e, daxwaza me Efrîna bi rûmet, parastî û xwedî mafên mirovan e.”

‘Heta dagirker tê de bin em ê venegerin’

Sewsen Xelîl diyar kir ku ew kêfxweş bûne bi tifaqa 10’ê Adarê û wiha pêde çû: “Bendek ji tifaqa di navbera rêveberiya demkî û QSD’ê de ew bû ku her koçberek vegere warê xwe lê rêveberiya demkî xwe berpirsyar nabîne û tifaqa 10’ê Adarê pêk nayne. Gelek malbatên Efrînê yên vegeriyane, rastî gelek astengiyan hatine. Mal û zeytûnên Efrînê di destên çeteyan de ye. Em venagerin Efrînê heta dagirker tê de hebin. Daxwaza me ew e ku dewleta Tirkyeyê ji Efrînê dekeve û em vegerin Efrîna bi parastin, ewle û bi rûmet.”