Jinên Dêrezorê: Li dijî dagirkeriyê bibin xwedî dengekî
Jinên Dêrazorê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga seferberiya Rêveberiya Xweser a li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û gotin: “Dêrazor warê me ye em ê xaka xwe biparêzin.”
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û hemû pêkhate, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hev re li ber xwe didin.
Sanaa Al-Ahrash diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di navbera hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de fitneyê derxe û got: “Bi destpêkirina êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, hêzên ji derve hewl didin civakbûna di navbera gelan de parçe bikin û armancdikin ku gel ji pergala neteweya demokratîk dûr bixin hewl didin û li Dêrazorê fitneye derbixin.”
‘Yekitî hêza herî bi bandor e’
Sanaa Al- Ahrash da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk li dijî hemû êrişan banga seferberiyê li hemû gelan kiriye û wiha got: “Hemû gelên di nava sînorên Sûriyeyê de bi hev re dijîn. Divê her kes li van herêman di xweparastinê de cih bigre. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo ji nû ve yekitiya me ava bike û ji bo avakirina dinyayek baş firsendek baş temsîl dike. Em jî beşdarî seferberiya ku ji bo pêşeroja zarokên me hatiye destpêkirin dibin. Dewleta Tirk dixwaze di navbera gelan de fitneyê derbixe û me parçe bike. Ji ber vê yekê divê li dijî vê em hemû bên ba hev û li dijî êrişên li ser hêramên xwe em bibin yek. Ji ber yekitî hêza herî bi bandor e.”
‘Wê dagirkeriya Tirk nikaribe pêşî li têkoşîna me bigre’
Senaa Al Ahrash bal kişand ser destkeftiyên ku jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine û da zanîn ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan dest pê kiriye gelek serkeftin bi xwe re anîne û wiha domand: "Di pêvajoya niha ya ku herêm tê re derbas dibe de jinan roleke sereke di parastina herêmê de lîstine û parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser kirine. Jinên Dêrazor û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bibin dengê aştiyê û belavkirina hişyariyê di nav civakê de. Ez bang li tevahî jinan dikim ku beşdarî diyalogên civakî û însiyatîfên bi armanca fêmkirin û hevgirtina di navbera pêkhateyan de bibin û teqezî li ser girîngiya hebûna jinan weke beşek ji çareseriyê bikin. Dêrazor xaka me ye ji ber wê ji mafê me ye em parastina xaka xwe bikin, ji ber xaka me rûmeta me ye. Dewleta Tirk bi riya êrişên xwe û şerê taybet nikare me ji berxwedana me dûr bixe.”
‘Parastina xak û welat berpirsyariyek e’
Jina bi navê Îman El Kewan anî ziman ku ew piştgiriyê dide banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser û got: “Banga seferberiya giştî ji bo hemû ferdên civakê ye. Bi taybetî bangek ji bo me jînan e. Parastina xaka me berpirsyariya me ye. Divê em bi hev re li hemberî fitneyan bisekinin. Em weke jin dikarin li dijî êriş û şerê taybet piştgiriya derûnî û civakî bidin malbatan. Divê em bibin dengê bêdengan û ji bo avakirina civakeke hevgirtî bixebitin. Em beşdarî banga seferberiya Rêveberiya Xweser dibin û li gel QSD’ê ne. Di vê qonaxê de divê em piştgiriya wan bikin û em ê bi berxwedana xwe dagirkeriyê têk bibin. Divê hemû kes bibin yek û li dijî dagirkeriyê bibin xwedî dengek.”