'Herêmên di bin dagirkeriyê de vediguherin qadên komkujiyê'

Jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Şehba, Til Rifet û Minbicê koçber bûne anîn ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wî li herêmên dagirkirî sûcên mirovî dikin û bang li raya giştî kirin ku xwedî helwest bin.

NURŞAN EBDÎ

Kobanî – Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên hatine dagirkirin sûc û binpêkirinên mafên mirovan didomînin. Herêmên hatine dagirkirin veguheriye qadên komkujiyê. Jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Şehba, Til Rifet û Minbicê koçber bûne anîn ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wî li herêmên dagirkirî sûcên mirovî dikin û bang li raya giştî kirin ku xwedî helwest bin.

3 koçberiyan jiya

Wahîde Bîlal ji Efrînê ye ku piştî êrişên dewleta Tirk a li ser Efrînê di sala 2018’an de koçberî Şehbayê bûbû. Piştî berxwedana 7 salan a li Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk û rêgiriya rejîma Şamê ya hilweşiyayî di 2’ê Mijdara îsal de carek din bi dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî neçarî koçberiyê ma. Wahîde Bîlal li ser sê koçberiya ku ji ber êriş û dagirkeriyê jiyaye wiha dibêje: “Beriya aloziya li Sûriyê me li Helebê jiyan dikir. Bi destpêkirina Şoreşa Jinê û bomberdûmana li ser bajêr ji bo em di nav ewlehiyê de bin me berê xwe da Efrînê. Jiyana li Efrînê xwezayî û xweş bû. Derfetên jiyanê ya gel baş bû. Lê belê dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrişek mezin li ser Efrînê da destpêkirin. Em neçar man ku koçî Şehbayê bibin. Koçberiya bi darê zor sûcekî mirovî ye ku dewleta Tirk pêk tîne.”

‘Bajarê aştiyê veguherî qada qirkirinê’

Wahîde Bîlal têkildarî sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne wiha got: “Piştî em bi darê zorê hatin koçberkirin hin kesên ku xwestin li erdê xwe bimînin, li bajêr man. Lê belê li ser wan talan, zordarî û komkujî hat meşandin. Dewleta Tirk û çeteyên wî gel û bi batybetî jinan hedef girt. Jin hatin revandin, qetilkirin û îşkence li wan hat kirin. Aqûbeta gelek kesan hê nayê zanîn. Efrîn ji bajarê aştiyê derket û veguherandin qada sûc û qirkirinê.”

‘Her roj bi êrişan sûcên mirovî dikir’

Wahîde Bîlal bi hêrsa li dijî dagirkeriyê wiha pê de çû: “Ji roja em koçberî Şehbayê bûn heya ku ji wir koçber bûn jî dewleta Tirk sûcên mirovî kir. Her roj em bi bombebaranê re rû bi rû man û li hemberî gelê me komkujî hat kirin. Siharekî gelê Şehbayê ku ji Efrînê koçber bûbûn bi dengê bombebarana dijwar hişyar bûn. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişî Şehbayê kirin û dorpêç kirin. Ji ber van êrişan em neçar man ku ji Şehbayê koçber bibin.”

‘Li Minbicê êrişî jiyana bi hev re ya pêkhateyan kirin’

Îklîm Haco jî ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Minbicê neçar maye koçber bibe. Îklîm Haco anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wî li bajêr jiyanê veguherandine cehnimê û wiha got: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ku bajêr ji DAIŞ’ê rizgar kirin, bajêr bûbû cihê jiyana bi aştî û ewle. Gel û pêkhateyên li bajêr li ser bingehê netewa demokratîk bi aştiyane û yekîtiyê dijiyan. Lê belê dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina vê yekîtiyê bi dijwarî êriş kirin û vê derê veguherandin hêlîna terorê.”

Îklîm Haco bal kişand ser kiryarên ku li Minbicê li hemberî jinan tê kirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî sûc û binpêkirinên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dimeşînin, niha li Minbic û Şehbayê didomînin. Divê li hemberî van raya giştî û qada navnetewî hişyar be.”

Bang: Divê dewleta Tirk bê darizandin

Gardinya Muhammed a bi êrişên dewleta Tirk ji Minbicê koçberî Kobanê bûye jî destnîşan kir ku bi êrişên dagirkeriyê gelek zarok ji perwerde û xeyalên xwe mehrûm hatine hiştin. Gardinya Muhammed wiha helwesta xwe tîne ziman: “Dagirkeriya dewleta Tirk bê ku bêje zarok e sûcên mirovî dike. Em dibihisin ku zarok tên îşkencekirin. Ji ber êrişên dagirkeriyê em neçar man ku ji bajarê xwe koçber bibin.” Gardinya Muhammed bi vê bangê dawî li axaftina xwe tîne: “Em bang li tevahî sazî û rêxistinên mafê mirovî û mafê zarokan dikin ku ji bo dewleta Tirk a dagirker ji herêmên hatine dagirkirin bên derxistin û ji ber sûcên ku kirine bên darizandin bikevin nav tevgerê.”