Di şerê dûyemîn ê parvekirina emperyalîst de rewşa jinan – 2
Ji bo hişkkirina bingeha têkoşîna enternasyonal, faşîzma ku cenawirê herî hişk ê netew-dewletheziyê ye kirin dewrê. Ji yekemîn şerê parvekirinê heta duyemîn şerê parvekirinê 21 sal derbas bû. Di van salan de faşîzm û tundiya bavsalar hat birêxistinkirin.
ZÎLAN KOÇGIRÎ
“Yên ku destpêkê bedêla paşveçûyînek civakî didin, jin in” Annita Malavsi
Di dîroka mirovahiyê de bêguman şer tu car kêm nebûn. Lê di ti serdemek dîrokê de polîtîkayek tunekirina sîstematîk a bi qasî şerên di sedsala 20’an de, nehat meşandin. Hêzên hegemon di dawiya 1’emîn Şerê Parvekirina Dinyayê ku wek şopa parvekirin û kolonyalîzma emperyalîst e de nikaribûn dinyayê tam parve bikin. Van hêzên hegemon bi amûra faşîzan a netewdewletan di navbera salên 1918 û 1939’an de pêk anîne, li ser jinan û gelan terorek mezin meşandin. Di destpêka sedsala 20’an de nêrînên alternatîf ên ji bo jinan û gelan baş in û utopyaya sosyalîzmê, di sala 1917’an de veguherîn Şoreşa Cotmehê û berbiçav bûn. Bi vê yekê re parvekirinên mêtingeriyê hê ku tam pêk nehatin, qetûber bûn. Em dikarin gelek tiştên ku bandor li vê yekê kirine bijmêrin. Dengên ku li hember 1’emîn Şerê Parvekirinê bilind bûn û daxwaza venegera li qalibên ku di dema şer de şikandine, çend ji van tiştan in. Ji ber ku rastiya nû ya ji bo serdestan di şerê parvekirinê de derket holê, ji bo gelan û jinan jî derbasdar bûn. Tu kesî nedixwest sengerên ku bidest xistine jidest bide. Êdî bingehek têkoşîna enternasyonalîst a ku jin pêşengiya wê dikin, çêbû. Modernîteya kapîtalîst li hember ê rewşa ku di hêla gelan de derketiye holê, vekirina pêşiya bilindbûna desthilatiyên faşîst, wek çareserî dît. Ji ber ku ev bingeha di pêşengiya jinan de bipêş ketiye, serdestan ditirsand.
‘Netew-dewletek ku bi şer nehatiye avakirin heye?’
Ji bo hişkkirina bingeha têkoşîna enternasyonal, faşîzma ku cenawirê herî hişk ê netew-dewletheziyê ye, kirin dewrê. Ji yekemîn şerê parvekirinê heta duyemîn şerê parvekirinê 21 sal derbas bû. Di van 21 salan de li hember vê bingehê, faşîzm û tundiya bavsalar hat birêxistinkirin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, têkiliya di sedsala 20’an de di navbera modernîteya kapîtalîst û faşîzm, netew-dewlet û şer de, wiha pênase dike: “Ger ev rastiya hovane ya ku ji oldariya serdemên destpêkê û navîn hezar qat paşverûtir û girtîtir hatiye avakirin gelek caran bi rengê faşîzmê bi xwe û pêkanînên wê yên li her derê derkeve pêşberî me, divê em qet matmayî nebin. Avakirin bi xwe, her tim bi şer çêbûye. Netew-dewletek ku bi şer nehatiye avakirin, tuneye. Ji wê girîngtir, mirov dikare behsa netew-dewletek bike ku di hundirê xwe de bi civakê re, li derve jî bi netew-dewletê re tim di nav şer, pevçûn û aloziyê de nîne? ”
Provaya 2’yemîn Şerê Cîhanê: Eniya Îspanyayê
Beriya 2’yemîn Şerê Parvekirina Emperyalîst, aliyên şerê parvekirina kapîtalîst hatine diyarkirin. Li hember rûxandina ku bi şer û xizaniyê re çêbûye, civakan li dora fikra sosyalîzmê hêviya xwe parastine. Hegemon jî, çareseriyê di şerek nû de didîtin. Bi taybetî piştî 1’emîn Şerê Parvekirina Emperyalîst, ‘Deynên Tamîratê’ man. Bi bandora wan jî, di sala 1929’an de li Amerîkayê “Qeyrana Mezin” destpê kir, bandoreke kûr li Avrûpayê kir, bû sedema xelayî û têkçûna aboriyên welatan. Faşîzma ku canxelasa demên krîzê yên modernîteya kapîtalîst e, li Avrupayê gav bi gav hat bilindkirin. Girseyên di nav lepên xizaniyê dene, bi argumanên netewperest hatin dorpêçkirin, xwedîkirin û faşîzmê li Almanya û Îtalyayê desthilatiyê bidest xist.
Îspanya jî, bû welatê ku di vê serdemê de li hember faşizmê, berxwedanê birêxistin kiriye. Li hember dîktatorê faşîst Franco yê ku li dijî rejîma komarhez a pirdeng a bijartî derbe çêkiriye, di navbera 17’ê Tîrmeha 1936’an û 1’ê Nîsana 1939’an de têkoşînek mezin hat dayîn. Ev serdem, wek şerê navxweyî yê Îspanyayê ket nav pelên dîrokê. Berxwedana ku li Îspanyayê li hember faşîzmê destpê kir, bû xwedî bandorek ku Îspanya li dû xwe hişt. Lê ji ber ku Yekîtiya Sovyetan a hêviyên mezin jê hebûn piştgirî neda, berxwedana li Îspanyayê fetisî û Francoyê faşîst, desthilatiyê girt destê xwe.
Birêxistinbûna eniya dij-faşîst a enternasyonal
Ji gelek welatên dinyayê mirov hatin, li Îspanyayê di nav şerê li hember faşîzmê de cî girtin. Bi vê yekê re eniyek berxwedana enternasyonalîst ava bû. Di vê berxwedana ku li Îspanyayê di sala 1936’an de destpê kir de, jinan hewl dan li her qadê cih bigirin. Jinan li hember kolekirina jinê xwe bi navê Jinên Azad (Mujeres Libres) birêxistin kirin. Pepita Carpeña ji çeperan banga “xwe azad bike” li jinan kir û digot “Dema ku me digot ‘bila mêr nebêjin em ji jinan çêtirin, mafê wan tune ku li ser me bibin desthilatî’, bi awayekî pevçûn derdiket. Ez dibêjim jinên Îspanyayê li hêviya wê bangê bûn.” Jinên ku dema hewl didan tevlî şer bibin ji aliyê fermandarên mêr ên zayendparêz ve dihatin redkirin, jiyaneke nû ava kiribûn.
Şerê navxweyî yê Îspanyayê di heman demê de portreyek ku refên jinan ên di Duyemîn Şerê Parvekirina Emperyalîst de diyar kir, derxist holê. Li aliyekî jinên ku gotin ‘no pasaran (em rê nadin)’ û ji bo azadiya xwe li her qadê xwe birêxistin kirin, li aliyê din jinên ku wek notirvana faşîzmê rola “dayîkên fedakar ên netewê” dan wan û li aliyê faşîzma netew-dewletê cîh girtin.
Bi rastî jî em dibînin ku di şerê paşê destpê kir de jî serokên faşîst ên wek Hîtler, Musolînî, Franco jinan veguherandine nesneyek ku “ji bo parastina netewê leşkerên baş xwedî dikin.” Bi faşîzma ku zaroka herî wehşî yê modernîteya kapîtalîst e, deriyê dojeha nû hatibû vekirin û makîneyên şer ketibûn nav çeperan. Duyemîn Şerê Parvekirina Emperyalîst, bû sedema mirina 15 milyon leşker û 45 milyon sivîlan, 25 milyon kes birîndar bûn, 60 milyon kes di bin bandora şer de man. Ev şer bi awayekî nefermî, di 1’ê Îlona sala 1939’an de bi dagirkeriya Almanyayê ya li Polonyayê destpê kir. Di şer de Îngiltere, Yekîtiya Sovyetan, Amerîka, Çîn û Fransayê wek "Dewletên Hevalbend”, Almanya, Îtalya û Japonyayê jî wek "Dewletên Eksen" cihê xwe girtin.
Makîneyên şer dîsa derketin holê
Makîneyên şer êdî zêdetir dihatin bikaranîn, eniyên şer jî wisa berfireh bûbûn ku ewê vê carê rûxandinek ji şerê yekemîn erjengtir derxistina holê. Di vê atmosferê de, jinan dîsa ber bi xizmeta emperyalîstan ve kişandin. Di demeke ku bajar hatine rûxandin û şewitandin, hêzên avakar bi awayekî hovane hatine xirabkirin û hêzakar a mêr ji bo hevkuştinê şandine şer de, hêmana herî girîng a ku ewê pêdiviya hêzakar a kapîtalîstan bicih bîne, dîsa jin bûn. Birçîbûnê bandora xirab li yên li malê mane kiribû û jin neçar bûn di her karek de bixebitin. Hinek ji wan di fabrîqeyan de, hinek li ser erd û zeviyan, hinek jî bi firotina laşê xwe...
Afîşên ‘Women’s Land Army’ li her derê ne
Senaryoya di Yekemîn Şerê Cîhanê de, vê carê bi awayekî berfirehtir jinan kir perçeyek şer. Ji bo ku çandiniya bi çûyîna mêran a leşkeriyê re kêm bûye bê zêdekirin, ji bo ku jinên bajarî jî bibin xwedî kar, hindik be jî dahatek bidest bixin û pêşî li rûxandina psîkolojîk bigirin, li Îngiltere, Avustralya û Amerîkayê organîzasyonên “Women’s Land Army” hatin avakirin. Di afîşan de jinan bi tilimê karkeran, cilên leşkeran, hemşîreya şer di portreya ‘dayîka bihêz, fedakar a netewê’ hatin nîşandan û hewl dan ku ji bo şer motîvasyonek ava bikin. Modernîteya kapîtalîst ji bo ku careke din bedena jinê bi awayê ku dixwaze bikar bîne, li rêyan digeriya.
Hevgirtinên şer û sermayeyê gotin ku bi hezaran jin heta wê demê tevlî jiyana kar nebûne û ev yek wek derfetek nirxandin, keda jinê bi awayê herî hovane xwarin. Karkerên jin ên wesfdar, ji karkerên mêr ên bêwesf kêmtir pere distendin. Jinan dema ku li hember newekheviya heqdestan û şertên xebatê yên xirab dengê xwe bilind dikirin jî, ji ber atmosfera şoven a ku çîna serdest bikar aniye û ava kiriye, mohra “xayînên welat” dixwarin.
Li Almanyaya ku di bin cendereya faşîzmê de dinaliya jî, Hîtler digot “cihê jinê mala wê ye” û jinên Alman mîna makîneyên zarok çêdikin di malê de dîl kir û mêran jî di kampên xebatê de girt. Di van kampên ku dora wan bi dîwaran hatine dorpêçkirin de bi deh hezaran Cihû, di navbera 12-19 saetan de di bin şertên giran ên xebatê de dihatin şixulandin, pariyek nan didan wan û tasek jî şorbe. Wek kole bê pere dihatin şixulandin. Yên ku herî zêde di bin bandora vê ya de man jî, bêguman jin bûn. Jinên ku carna 30 saet birçî û bê navber dihatin şixulandin, bê taqet diman, li ber makîneyan jixwe diçûn û ji ber van mercên giran, dimirîn. Hejmara mirovên ku piştî komkujiya Cihûyan hatine kuştin zelal nîne lê tê diyarkirin ku ev hejmar ji 5 milyon zêdetir e. 2 milyon ji yên ku hatine kuştin jî, li gor ku hatine tomarkirin jin bûn. Li gettoyan û di kampan de jin di karên ku bibin sedema mirina wan de hatin şixulandin an jî di ceribandinên ne ehlaqî de wek kobay hatin bikaranîn.
Di vê navberê de li hemû welatên emperyalîst, makîneya şer bê navber dixebitî. Di şerê ku şeş sal berdewam kir de hejmara jinên ku di senayiya kar de xebitîn li Îngiltereyê derket 6,5 milyonan, li Amerîkayê jî gihîştibû 6 milyonan. Hejmara jinên ku beşdarî artêşa Îngiliz bûne derket 460 hezarî, artêşên din ên emperyalîst jî jê kêm nebûn. Tenê ev jî nîşan didin ku dema bi yekemîn şerê emperyalîst re bidin ber hev, ewê bê ditin ku biçekbûn gihîştiye kîjan astan û makîneya şer gihîştiye cenawirek çawa.
Bi kedxwariyê re keda jinê di şeran de kirine qadeke dagirkeriyê û bedena jinê wek amûreke şer, bi awayekî sîstematîk herî zêde di Duyemîn Şerê Parvekirina Emperyalîst de derketiye holê. Nivîskar Cynthia Enloe, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Mûz, Plaj û Baregehên Leşkerî’ de destnîşan dike ku di tevgerên netewperest û pevçûnan de bi piranî rola jinan sembolîk e û wiha dibêje: “Jinên ku di tevgerên netewperest de ji aliyê netewê ve tên pîrozkirin, di pevçûnan de hatine bidestxistin, biçûkxistin û wek milkên şer hatine bikaranîn.” Aşkera bû ku leşkerên Alman li hember bi hezaran jinên Ûris û Cihû, destdirêjî kirine. J. Robert Lilly di sala 2007’an de pirtûka bi navê Zevtkirin de, destdirêjî û di Duyemîn Şerê Cîhanê de piyadeyên Amerîkayê yên li Avrûpayê, dike navendek girîng. Pirtûka Lillyê ku sosyolog û krîmînolog e, encamên civakî yên van sûcan lêkolîn dike. Ev pirtûk jî, li ser destdirêjî û tundiya zayendî ya di navbera salên 1942-1945’an de li hember jinên Avrûpayî hatine kirin, dike mijara xwe. Li gor pirtûkê di nav 3 salan de 14 hezar jin, wek çeka şer rastî destdirêjiyê hatin.
Travmayek din a ku li dû 2’yemîn Şerê Parvekirina Emperyalîst maye jî, gorên komî ye. Mînak di nav 25 salên dawî de Komîsyona Gorên Komî yên Veşarî ya Hikûmeta Slovenyayê diyar kiriye ku ji 600’î zêdetir gorên komî yên veşarî yên ji 2’yemîn Şerê Cîhanê mayî, hatine erêkirin. Dîroknas dibêjin dibe ku nêzî 100 hezar kes bê darizandin hatibin kuştin. Piraniya qurbanên kuştinên di nav van herdu şeran de û piştî şer, hê jî di gorên komî yên veşarî yên li Slovenyayê de binaxkirî ne û nasnameyên wan jî nehatine hînbûn. Dokumanên kêm kesên di gorên komî yên li Slovenyayê de têkildarî tespîtkirina nasnameyên wan in; tenê çend ji gorên komî têkildarî lîsteyên qurbanên arşîvkirî ne. Di van rewşan de jî di ser kuştinan re gelek dem derbas bûye lewma dîtina merivên wan zor e.
Li Rojhilatadûr sûcên şer ên li hember jinan
Di 2’yemîn Şerê Emperyalîst ê Parvekirinê de jî Japonan pêkanînên bi vî rengî li jinên Çînî kirin û bi hezaran jinên Çînî, ji welatên xwe hatin girtin û zexta fihûşê li wan hat kirin. Derket holê ku artêşa Japon li Koreya ku di navbera salên 1937-1945’an de dagir kiriye, nêzî 300 hezar jinan bi darê zorê li kerxaneyan firotiye. Di destpêka salên 2000’î de mexdûran bi xwe anîbûn ziman ku leşkerên Japon pêkanînên wiha li jinên Tayvanî jî kirine. Di navbera salê 1947-1952’an de li Koreya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dagirkirin, derdora 4 milyonan de mirov hatin qetilkirin, bi sedan jin rastî destdirêjiyê hatin.
Jinên ku ji Çînê, Tayvanê û herêmên din ên Asyayê hatine jî -welatiyên Hollandayê yên ji Japonya û Endonezyayê hatine jî di nav de- rastî heman pêkanînan hatibûn. Ji sala 1932'yan heta sala 1945’an ku şer bidawî bû, ji bo moralê leşkerên Japon bilind bikin û qaşo êrîşên zayendî yên eletexmînî kêm bikin, ‘istasyonên rihetiyê’ hatin avakirin. Di van navendên destdirêjiyê de jin hatin dîlkirin. Hinek ji wan jinan, bi sozên kar ên sexte hatin xapandin û bûn qurbanên planek mezin ê qaçaxçîtiya mirovan ku ji aliyê artêşa Japon ve dihat şixulandin. Gelekên din jî bi awayekî ji rêzê hatine revandin û ew şandine hemû herêmên destdirêjiyê yên di bin dagirkeriya Japonan de ne. Çîn û Burma (Myanmar) jî di nav van herêman de ne.
Aliyê din ê ku xuya nake
Helbet divê em hejmarên ku li jor hatina dayîn, wek yên ku tenê xuya dikin bibînin. Bi giştî mirov nikare hejmarên têkildarî tundiya di dema şer de çêbûye bi hêsanî diyar bike. Piraniya mexdûran ji ber sedemên wekî fedî, aşkerabûn û derbûnê an jî êşên nû yên ji ber bibîranîna tecrubeyên xwe yên travmatîk, naxivin. Yên din jî, bi sedema encamên destdirêjiyê mirine, hatine kuştin an jî xwe kuştine. Destdirêjiyên dema şer kêm tên tomarkirin an jî bi awayekî sîstematîk tên belgekirin. Lewma em dikarin gelek bûyerên nehatine tomarkirin erê bikin. Raporên şahidan, bîranînên leşkerên kevn, dosyayên nexweşxane û leşkeriyê, her wiha tomarên oldaran jî nîşan didin ku di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de destdirêjî di asteke çiqas bilind de bûne. Li gor lêkolînan, di vê serdemê de bi milyonan jin û keçik rastî destdirêjiyê hatine.
Li hember faşîzmê berxwedanên jinan ên xweparastinê
Rûpelên paşîn ên dîrokê jî, tijî berxwedanên jinan ên li hember faşîzmê, dagirkeriyê û qirkirina jinan e. Hinek jin, endam an jî rêveberên rêxistinên berxwedana gettoyê bûn. Tiştê ku dibû sedema hedefbûna wan ne tenê zayenda wan bû, têkiliyên wan ên olî û polîtîk bû jî.
Li hember Naziyan berxwedana yekem û tekane ya sivîl jî, ji aliyê jinan ve hat nîşandan. Jinên ‘Aryan’ ên bi Cihûyan re zewicandî bûn, ji bo ku hevjînên xwe xilas bikin li Rosenstrasseyê bi rojan çalakî li dar xistin. Yek ji van jinên ku liberxwe didan jî, Liri Gero bû. Hê di 13 saliya xwe de li Arnavutlukê li hember dagirkeriya Naziyan şer kir. Bi 68 jinan re destpêkê tevlî reefên Tevgera Rizgariya Netewî ya Arnavut bû, piştre jî ket nav 16’emîn Tûgaya Êrîşê ya di dîroka berxwedanê de xwedî cîhek girîng bû. Di êrîşek de Naziyan wê bi awayekî bêhiş ditîn û qetil kirin. 68 jinên ku beşdarî berxwedanê bûne, îro jî bi rêzdarî tên bîranîn.
Tsola Dragoyçeva, qoda wê Sonya ye, sembola berxwedanek bû û wek kabûsa Naziyan hat bîranîn. Bi tevî wê bi milyonan jinên Bulgarîstanî, di şerê antîfaşîst de cîh girt.
Elizabeth Rose, ji leşkerên di çeperan de re name dinvîsand û digot li hember faşîzmê serî rakin. Freddie Oversteegen bi xwişka xwe Truss re hê di 14 saliya xwe de li hember Naziyên dagirker sûîqast û sabotajan lidar xist. Pîresêrên şevê ku beşdarî operasyonan dibûn, jinên di kampan de diman û gelek jinên din, di refên pêşîn ên berxwedanê de ciyê xwe girtin.
Jinên Koreyî, Tayvanî û Çînî, ji bo ku xwe ji êrîşên dagirkerî yên Japonyayê biparêzin, yekîneyên parastina cewherî pêk anîn û tîmên berxwedanê ava kirin. Di vê serdemê de tenê li Çînê ji aliyê jinan ve ji sedî zêdetir gund hatin avakirin. Ev jî girîngiya hebûna yekîneyên parastina cewherî û berxwedana jinan nîşan dide.
Duyemîn Şerê Cîhanê ji aliyek de bû serdema ku wek mînakên li jor hatin nîşandan tê de metodên qirkirina civakî, qirkirina mirovan û qirkirina jinan ên sîstema kapîtalîst, li aliyê din jî di hêla jinan de dibe serdema ku herî zêde berxwedana jinan li hember şer û faşîzmê tê meşandin. Jinên ku di eniya antî-faşîst de cîh girtin, hem di eniyê de hem jî li pişt eniyê rolek girîng lîstin.
Jin bûn pêşengên berxwedana li dijî faşîzmê
Di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de li tevahiya dinyayê beşek girîng ê welatparêz, komunîst û sosyalîstên li hember faşîzmê têkoşiyane, ji jinan pêk dihat. Jinên femînîst jî, di têkoşîna antî-faşîst de cîhê xwe girtine, berxwedanê kirine perçeyek jiyana xwe, ev yek wek tiştek awarte nedîtine, piştî ku şer qediyaye û dîroka berxwedanê hatiye nivîsandin, wan nekirine pirtûkan jî û piştguh kirine. Wan mîna rêhevalên xwe yên mêr bi çekên di destê xwe di nav berxwedanê de cihê xwe digirtin, lê bi piranî bi berxwedanên xwe yên di jiyana rojane de cihek girîng digirtin. Nexwe bicihanîna karên girîng a bi awayekî serkeftî, girêdayî xuyanekirina wan a di nav civakê de bû. Jin, xeleka bingehîn bûn ku jiyana binê erdê û jiyana “normal” dikirin yek. Me gelek caran navê piraniya van jinan nebihîst. Em çend ji yên ku me bihîstiye, li vir diyar bikin.
Berxwedan Artêşa Sor
Beşek girîng ji berxwedêrên komûnîst û welatparêz ên ku li hember faşîzma Hîtler têkoşiyane jî, dîsa jin bûn. Li vir rêxistina “Schulze-Boysen/Harnack”, koma berxwedanê ya komunîst ku ji aliyê Gestapo ve wek “Orkestraya Sor” hatine binavkirin, di nivîsandina dîroka Almanyaya Rojava de an hatine piştguhkirin an jî wek berxwedana çend komûnîstên ku ji Yekîtiya Sovyetan re fesadî kirine, hatine şermezarkirin. “Orkestraya Sor” armanca xwe tenê bi şerê li hember Almanyaya Hîtler sînor nedikir, di heman demê de li gor armancên sosyalîst dixebitî. Hêmana ku ew anîbûn ba hev, ramana eniya gel bû. Nexwe di vê berxwedanê de komûnîst, sendîkavan, sosyal demokrat, yên bêpartî, ateîst, oldar, jin, mêr, ciwan, pîr, karker, zanist, mamoste, hunermend, karmend, dikandar, leşker û sûbay, li hember faşîzmê bûn yek. Di 31’ê Tebaxa sala 1942’yan de dest bi girtinan hat kirin, ji 130’î zêdetir berxwedêr hatin girtin û îşkencekirin. Derheqê 49 berxwedêran de biryara cezayê mirinê tê dayîn. 31 berxwedêrên mêr û 18 jî yên jin, li qadên Berlin-Plötzensee, Halle, Brandenburg û Berlin-Tegelê yan hatin darvekirin an jî serê wan hat jêkirin. Ji binçavkiriyan 7 kes, di darizandinên Gestapo de tên kuştin, 7 kesan jî dişînin kampa mirinê ya Naziyan û yên mayî jî bi cezayên giran ên girtîgehê hatin cezakirin. Komeke din a ku di eniya antî-faşîst de xwe birêxistin kir jî, Tevgera Gula Spî ye. Sophie Scholl şoreşgerek Alman bû, endama damezrîner a Gula Spî ya di têkoşîna pasîfîst a Antî-Nazî de bû. Di sala 1943’yan de Sophie û hevalên xwe, ji ber ku li Zanîngeha Munîhê belavokên destan belav dikirin hatin girtin. Bi giyotînê hatin kuştin.
Fransa, Îtalya, Polonya, Slovenya...
Ji bilî Almanyayê, di serî de li Fransa, Îspanya, Hollanda, Polonya, Yunanîstan, Yugoslavya, Slovenya li her derê jin li her derê di eniya antî-faşîst de têkoşiyan. Li Fransayê jinên ji hemû derdoran, beşdarî “Résistance” ku tevgera berxwedana li dijî faşîzmê ye bûbûn. Jinan hem li çeperan hem jî wek sivîl, peywir girtin. Etnologa Fransî Germaine, di vî şerî de beşdarî Berxwedana Parîsê (Berxwedana Fransizan) dibe. Nîvê hejmara yekîneyên partîzanên di Berxwedana Parîsê de, ji jinan pêk dihat. Di şerê partîzanî de Germaine ji bilî berxwedanê, rêxistinkirin û parastina cewherî jî nîşan dide, ev hêza berxwedana wê dibe sedem ku di sala 1941'an de bibe yek ji rêberên tevgerê. Di sala 1942'yan de bi gilîkirinek tê girtin, wê sirgûnî kampa komî ya Ravensbrück dikin. Ji kampê, 3 sal şûnde kêm kes bi saxî xilas dibin, yek ji wan jî Germaine ye.
Jinên Îtalî û Slovenî bi hev re Yekîtiya Garibaldî ava dikin û li hember faşîzmê eniyek girîng saz dikin. Yek ji pêşengên vê eniyê jî, Ondina Peteani bû. Çalakiyên sabotajê yên li fabrîqeyan jî di nav de gelek çalakî lidar xistin. Li Îtalyayê jin hem li hember Almanyaya Naziyan hem jî li hember polîtîkayên faşîst ên li Îtalyayê, canê xwe nefikirîn û di têkoşînê de erkên pir girîng girtin.
Cîhê ku têkoşîna antîfaşîst lê herî xurt birêxistin bû: Yugoslavya
Yek ji cîhên ku têkoşîna antîfaşîst lê herî zêde birêxistin bû, Yugoslavya ye. Bi destpêkirina şer re piraniya van komeleyan, bi awayekî kiryarî jî beşdarî têkoşîna antîfaşîst bûn. Rêxistin û komeleyên jinan ku di sala 1941’an de di bin navên cuda de li herêmên cuda hatin avakirin, di 6’ê Kanûna sala 1942'yan de di Yekem Konferansa Jinê ya Netewî de gihîştin hev. Di konferansê de Makedonya ne tê de ji hemû herêmên dagirkirî 166 delege amade bûn. Ji ber pirsgirêkên gihîştin û fikarên ji ber ewlehiyê, delegeyên Makedon nekarî tevlî civînê bibin. Di encama konferansê de; di çarçoveya biratî û yekîtiyê de, ji bo alîkariya bi yekîneyên berxwedanê re, tevlîbûna li çalakiyên çekdarî û sabotajan, alîkariya bi hikûmeta berxwedanê re jin bikevin nav tevgerê, biryara avakirina Eniya Jinên Antîfasîst hat dayîn. Ji Sirb, Xirvat, Boşnak, ji hemû avabûnan jinan, li hember faşîzmê tecrûbeyek têkoşînê ya girîng derxistin holê.
Têkoşîna antîfaşîst a li Yekîtiya Sovyetan
Jinên ku li Yekîtiya Sovyetan di parastina warên xwe de cîh girtin, hem li paş çeperan hem jî di nav yekîneyên partîzan de bûn. Tenduristvan, bêtêlvan, endezyar, pîlot, nîşangir, topavêj, topavêja firoksavar, karkeriya polîtîk, tangvan, siwar, paraşûtvan, behrevan, trafîkvan, ajokar, cilşo û di yekîneyên paqijiyê de nefer, nanpêj, firûnvan, bi kurtasî hemû karên ku bên bîra we, ji aliyê jinan ve hatin kirin. Rêxistina Komsomol bi tena serê xwe, 200 hezar jê endamên komsomolê, bi tevahî 500 hezar leşkerên jin şandin eniyê. Jinan, serkeftinek leşkerî ya wek yên bira, hevjîn û bavên xwe nîşan dan. Ji bilî yên ku roja serkeftinê dîtin, gelek jinên welatparêz ên Sovyet jî, di parastina welatê xwe de jiyana xwe jidest dan. Ji bo bîranîna hemû van jinan, navê yekê hinek jî bi saya Nazım Hikmet di hişê me de bicîh bû: Tanya… Almanan li herêma Moskova, li nêzî navça Vereya, keçikek ku gerîlayek ciwan bû, qefaltin. Rastî îşkenceyên herî dijwar ên Naziyan hatibû, lê dîsa jî gotinek jî ji devê wê derneketibû. Navê xwe yê rastîn jî negot, tenê got ku navê wê “Tanya” ye. Navê rastîn ê “Tanya”, Zoya Kosmodemyanskaya bû. Yên ku bûn şahidên mirina wê ya bi lehengî, anîn ziman ku di kêliyên dawî yên jiyana xwe de çawa sax maye û li paş xeta dijmin di xwe de hêza zindîkirin û wêrekkirinê dîtiye. Û ev tiştên ku hatin vegotin, bûn mijara roman û helbestan...
Mîlena jibîr nekin
Yek ji nûnerên girîng ên têkoşîna antîfaşîst jî, Milena Jesenska bû. Mîlenaya ku ji Pragê bû, her çiqas di nivîsandina dîroka bavsalar de bi evîna wê û Kafka hatibe zanîn jî, di Duyemîn Şerê Cîhanê de li hember Nazîzmê bi nasnameya xwe ya rojnamevanek sosyalîst, xwedî kesayetiyek têkoşer a rêber bû. Ji ber îşkenceyên ku di zîndanên Gestapo de lê hatin kirin, dawiya şer nedît û ji nexweşînê mir. Mîlena, ji hevalên xwe re wesêta “Me jibîr nekin e?” kiribû.
Ji gelek deverên dinyayê jin di têkoşîna antîfaşîst de gihîştin hev. Bi tecrûbeyek girîng a têkoşînê, di têkçûna faşîzmê ya di şer de, rola herî mezin lîstin. Baş e, piştî ku şer qediya rewşa jinan çawa bû?
Û şer qediya: Vegere mala xwe Rosîe
Vî şerê dijwar li dû xwe bi deh milyonan birîndar, ji 55 milyonî zêdetir mirî, gelên xizan, jinên xizan hişt û di sala 1945’an de bidawî bû. Li Avrûpaya ku bi nûjeniya xwe pesnê xwe dide bajêr wêran bûn, yên ku di şer de biser ketin, yekdestên emperyalîst ên ku ji vê komkujiyê kara mezin kirin bûn. Bajar û fabrîqeyên wêran bûne, bi xebata bênavber a karkerên jin û karkerên mêr ên ku ji eniyan vegeriyan ji nû ve hatin avakirin, kapîtalîzm ji nû ve ket serdema mezinbûnê. Û hê ku di ser re pir dem derbas nebû, ew dîmena nas mîna berê dûbare bû. Êdî pêdivî bi jinan nemabû. Pêwîst bu ku êdî karên xwe ji mêran re bihêlin, jinên ciwan tavilê bizewicin û ji netew-dewletan re leşker û karkerên ciwan bînin dinê, ji mêrên xwe û zarokên xwe re bibin dayîkek baş, bermaliyek baş, xizmetê bikin û vê yekê ji xwe re bes bibînin. Êdî bi çavê pir xirab li jinên ku dixebitin dinhêrtin. Bi kampanyayên “Vegere Mala Xwe Rosîe”, fîlm û reklamên propagandayê êdî di şûna jinên ku cilên leşkeran an jî tilimê karkeran li xwe kirine de, jinên ku jinantiya wan derxistine pêş, jinên ku di xaniyên xwe yên panjûrên wan pembe de bi tevî zarokên xwe çav li riya mêrê xwe ne û di metbaxên xwe yên bi amûrên teknolojîk hatine tijekirin de xwe nîşan didin, dixemilandin. Li Amerîkayê ev propaganda, bi rêya fîlmên Hollywoodê gihîşt lûtkeyê û ji hemû dinyayê re hat şandin. Ji bo keçên ji çîna navîn û perwerdebûyî armancek hebû, ew jî çawa lîse biqede ji xwe re mêrek bibîne, tavilê zarokek çêke, wan ‘baş mezin bike’, piştgirî bide mêrê xwe û çi dibe bila bibe, li ba wî be.
Jinên ku bi afîşên çêkirî, tabloya malbata bextewar dihat xwestin dîsa vegerin malên xwe, bi piranî rolên ku dane wan erê nekirin û vegera malê red kirin. Têkoşînên jinan ên bi şerên yekemîn û duyemîn ên parvekirinê ku di salên 1800’î de zêde bûn re kêm bûn, ji têkoşînek li ser bingeha mafan, gihîşt qonaxek teorîk. Di sedsala 20’an de ji şoreşên li ser bingeha netewî heta têkoşîna femînîst, li hember şerên kolonyalîst û dagirkeriyan, kevneşopiya berxwedanê ya jinan berdewam kir.
Sibê: Bi berê û îro di Sêyemîn Şerê Cîhanê de jin û dibetî