Ji bo xurtkirina beşdarbûna siyasetê ya jinên Xezayê xebatek nû

Li Xezayê ji aliyê rêxistinên jinan û mafên mirovan ve xebateke nû ya bi navê “Em Dixwazin Beşdar bibin” hat dest pê kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Beşdarên komxebata "Em Dixwazin Beşdar Bibin" ya ku ji aliyê 5 rêxistinên jinan û mafên mirovan ve li Xezayê hat lidarxistin, dest nîşan kirin ku divê jin tevlî pêvajoya siyasî bên kirin. Zêdeyî 60 çalakvan cihê xwe di nîqaşên li ser beşdarbûn û aktîvkirina jin û jinên ciwan ya siyasetê de girtin.

Dr. Rose Al-Masry wiha got: "Armancên sereke yên konferansê tevlibûna siyasî ya jinan teşwîqkirin û xistina nava tevgerê ye, balkişandina ser girîngiya rola wan di pozîsyonên biryar girtine de û me xwest wan tevlî namzet û hilbijartinan bikin." Her wiha destnîşan kir ku bi qasî mêr di siyasetê de cih digirin, jin nikarin bi têra xwe û bi awayekî adilane di vî warî de cih bigirin. Rose El-Masry balkişand li ser cih negirtina jinan ya di hemû biryarên siyasî de û astengiyên li pêşiya beşdarbûna van û dest nîşan kir ku ji bo mafê wan ya namzediyê were garantîkirin, divê di qanûna hilbijartinan de hin guhertin bên kirin.

Çalakvana Femînîst Eman Abû Hatab di xebatê de pirsa, dê jin di warê siyasî de çawa werin bi hêz kirin û hebûna xwe di pozîsyonên biryardayîne de çawa bidomîne, pirs kir. Rose Al-Masry a ji bo pêvajoya bi hezkirinê bi awayekî bi hez pêk were banga guhertina alav û rêbazan di rêxistinên civaka sivîl kir, wiha got: "Di aliyê saziyê jinan de ji bo bilindkirina hişyariyê ya li ser  girîngiya perwerdeyê ji bo keçan, pêwîstî xebat meşandinê heye. Rose Al-Masry dest nîşan kir ku li ser pêwîstiya guhertina kodên qalibane û reaksiyona civakî kir ku beşdariya siyasî û biryardana jinên Filistînî tenê mafê mêran dike, û pêwîstiya pabendbûna bi nûnertiya jinan. Her wiha bal lê kişand ku ji bo guhartina paşverûtiyên civakî yên dihêlin ku beşdarbûna siyasî û biryar dayîn tenê weke mafekê mêran bê dîtin, divê temsîliyeta jinan bê zêdekirin.

Divê jin di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin

Dr. Rose Al-Masry, destnîşan kir ku jin tevî têkoşîna xwe ya di doza Filistînê de û dîroka xwe ya dirêj, ji bilî biryara navendî ya di sala 2015'an de hat derxistin, di cihgirtina pozîsyonên biryardayînê de para xwe negirtine û diyar kir ku kotayên ku ji jinan re hatiye dayîn an jî tê pêşbînikirin (ji sedî 30) ne têrker e. Dr. Rose Al-Masry da zanîn ku tevlîbûna jinê ya siyasetê di çarçoveya demokratîk de pêwîst e û divê bal were kişandin ser hebûna jinan. Dr. Rose Al-Masry a bi bîr xist ku hejmara jinan ya di lijneya wezîran ya welat de ji sedî 14 derbas nake, dest nîşan kir ku pêwîste jin di pozîsyonên biryardayîne de jî cih bigirin.

“Jinên Filistinê dê cudahiyên li welat tên jiyîn, temam bikin”

Alaa Daoud a di qadên mafên mirovan de lêkolînan dimeşîne, destnîşan kir ku hîn jî di mijara pêşengî kirina jinan ya pozîsyona lîdertî û rêveberiyên de dudilî hene. Ala Daoud ku xebatê wekî "nêzîkatiyek ku di mijara misogerkirina yekitiya Filistînê de amûrek ya zextê û parçebûna siyasî bi dawî bike” nirxand, da zanîn ku jinên Filistînî dê cudahiyên li welat tên jiyîn, temam bikin.”