Ji berxwedaniya bendava Tişrînê: Heya serkeftinê berxwedan

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên di berxwedana bendava Tişrînê de cih digirin dibêjin: “Heya serkeftinê dê berxwedana me bidome.”

RÊVAN ELÎ

Tişrîn – Êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Yek ji qadên ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî li ser didome bendava Tişrînê ye ku şervanên YPJ, QSD û YPG bersivê tund didin êrişan. Şervanên YPJ’ê yên li eniyên berxwedanê cih digirin têkildarî berxwedana xwe axivîn. Şervanan gotin “Heya serkeftinê wê berxwedana me bidome.”

Ji şervanên YPJ' Bihar Silav ku ji bajarê Girê Spî ye berxwedaniya wê derê tîne ziman û dibêje: “Em li hember dewleta tirk û çeteyên wê şer dikin û heya roja îro jî ev têkoşîn û berxwedaniya me didome. Gelek hevalên YPG, YPJ, QSD û hevalên hêzên Komandosê di vê berxwedaniyê de cihê xwe digrin. Em bi biryardariya ku emê nehêlin dijmin bikeve welatê me û xaka me qirêj bike, şer dikin. Her kes dizane ku dewleta tirk dixwaze vê hêzê tune bike, lê bila bizane ku wê her tim YPG û YPJ hebin û li hember wan têkoşîn bikin.”

‘Heya dawiyê berwedan’

Şervana YPJ'ê dide diyarkirin ku li hember êrîşên ku hatine kirin, şervanan ew êrîş şikandine û wiha domand: “Ev çend carin ev êrîşên bi vî rengî ji hêla şervanan de tê şikandin. Ev tişt jî hişt ku tirsek mezin di wan de were jiyan kirin û wiha birevin. Di encama van van berxwedaniyan de jî, hin şervanên di wê berxwedaniyê de gihan asta şehadetê û hin ji wan jî birîndar bûn. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd hilînin. Di vê pêngava ku hatiye destpêkirin a şehîd Ezîz Ereb Minbic de em her roj pêş ve diçin. Ji bo rizgarkirinê welatê xwe ji çeteyan emê heya dawiyê de berxwe bidin û pêngavê biserbixin.”

Şervana YPJ'ê da wiha got: “Di pêngava şehîd Ezîz Erev Minbic de, hemû hevala bi pêş ve diçin û rewşa hemû hevalên di wê şerî de cihê xwe digrin baş e. Her wiha bi ked û fedekartiyeke pir mezin bi morala şervanan ev berxwedanî tê meşandin. Her wiha hevalên xwe yên şehîd bûne bi bîr tîne û ji bo hevalên ku birîndar bûne re jî şifayê dixwaze. Heman demê ji bo gel jî silavên xwe rê kirin û miogerkirina rizgarkirina heremên di destê çeteyan de da nişandan.”

‘Têkoşîna ku me pîroz e’

Şervana YPJ'ê Zeyneb Zîlan ku ji pêkateyên ereb ji bajarê Helebê ye, beşdarbûna xwe ya ji pêngavê re weke jin bi taybet jî weke jineke ereb wiha dinirxîne: “Ez ji 23'ê mijdarê cihê xwe di pêngava şehîd Ezîz Ereb de digrim. Bi hêza hevalan li vê derê berxwedaniyeke bê hempa tê raber kirin. Ez jî weke jineke ereb ya ji Helebê dikarim asta tevlîbûna me weke jin pir baş binirxînim û bînim ziman. Helbet ev jî bi saya fikri û feldefeya Rêber APO ye. Ez dikarim bejim ku ji bo me weke jinên ereb, têkoşîna ku me dest pêkiriye pir tiştek pîroz e. Niha em jî di vê pengavê de ne û em dibêjin ku emê deverên ku di destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk de rizgar bikin.”

Zeyneb Zîlan ji bo nûçeyên ne rast ku dewleta Tirk belav dike jî wiha dibêje: “Dewleta tirk gelek nûçeyên ku têde dibêje bendava Tişrînê di destê wan de ye belav kirin. Lê ez bi xwe di xetên nêzî Minbicê de cihê xwe digrim, tiştek bi vî awayî tune ye. Em her amadekariyên pêwîst dikin her wiha oparasyon hîn jî berdewam e.”